Min Kurdistanek Bê Sînor di cildên (خوم و ئه ستيره گه شه كان /Ez û Stêrên Geş) de Dît!

Konê Reş

  Wek ku eşkere ye ji şerê Çaldêranê/ 1514 ve,  dest bi perçebûna Kurdistanê hatiye kirin.. Di pey Sykes Picotê/ 1916an de, Kurdistan bûye çar perçe.. Ji wê hingê ve Kurdistanî hewil didin ku Kurdistana xwe bikin yek perçe.. Tevî gelek berxwedan, serhildan û xwîn rijandinê.. Tevî banga Şêx Ehmedê Xanî, helbestên Hacî Qadirê Koyî û hawara Mîr Celadet Bedirxan, Kurdistana wan nebûye yek.. Bi tenê yekîtiya Kurdistanê di Cejna Newrozê, Ala Kurdistanê û Sirûda Netewî Kurdî de dîtine..!

  Roja îro, dema ku mirovekî rewşenbîr û welathez wek (Najmadîn Azîz Îsmaîl), bi tena xwe, ji ked, milk û malê xwe, jinenîgarî û wêneyên nivîskar, rewşenbîr û hunermendên her çar perçeyên Kurdistanê; Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojava, bê cudahî li gel hev di 12 cildên bedew û spehî de, bi Zimanê Kurdî û nav û nîşanê: (Ez û Stêrên Geş/خوم و ئه ستيره گه شه كان/ أنا والنجوم الساطعة ), berhev, kom û çap dike, bêguman karekî mezin e.. Ez Kurdistanek yek perçe di van pirtûkên wî de dibînim..! Jixwe nivîskar, rewşenbîr û hunermend in yên ku pêşengiya miletên xwe dikin û pêş dixînin.. Erê ez yekîtiya Kurdistanê di komkirina van stêrên geş de ku Mamoste Najmadîn Azîz, di van her 12 cildan de weşandine dibînim..

  Madem yên wek wî di nav me de hene, wê Kurdistan azad bibe û bibe yek perçe. Mamoste Najmadîn Azîz Îsmaîl bi vî karê xwe, sînor ji nav Kurdistaniyan daye alî.. Kurdistan yek perçe dîtiye.. Ez ne wî şabaş dikim an pesnê wî didim, kar û keda wî û hezkirina min û we ji serxwebûna Kurdistanê re, pesnê wî dide.. Bi sedan maldarên kurd hene, qey yekî xwe nedaye ber karekî wilo?! Xwezî bi dehan yên wek wî di nav me de hebana.. Ji dil wî pîroz dikim, temendirêjiyê ji wî û stêrên welatê wî re hêvî dikim û ji miriyan re dilovaniya dixwazim.

Konê Reş/ Qamişlo 20/10/2024

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

EBDILBAQȊ ELȊ

Avdareke nȗ ȗ rewșȇn dijwar

Dem dibûre û sal li pey salȇ tȇn, sal nȗ dibin, temenê mirov jî bi xwe re kintir û kevintir dike, lȇ mirov tu carȋ ranaweste, hêvî, omȋd û dilxwazî di dil de her dimînin ȗ her ȗ her nȗjen, zindî û…

Narîn Omer

Bi çavên min te nabînin
bi lêvên min te naxwînin
Di dermafên te şaşyar in
xwe yekcarê dixapînin

Nikarim bê te jîndarbim
tenê rûnim tenê rabim
Tuyî mayîn tu jîna min
ji ber mana te vîndar bim

Li gor dana te bêzar im
li ber pesnên te bêzar im
Ziman û ev qelem jar bûn
li şûna…

Rêber Hebûn

Dîwana Sîmirbazî bi şêweyekî zanyarî û wêjeyî hatiye nivîsandin ji aliyê helbestvana Kurdistanî Kubar Hawar.

Ev pirtûka wê ya dûyem e ji weşanên Şilêr e, pirtûk ji 130 rûpelî pêktê, bêgûman ku ev mijar dewlemend e bi raman û şîrovekirinê ji pêşî bi nîşana Sîmirbaz ve destpê…

RÊBER HEBÛN

Dîwana – Xirxala Peyvan – a ku ji weşanên Darezzeman e, di sala 2025 de hatibû derxistin , bi xwe re ev dîwan gelek mijarên rexnî tîne hole lê min vê babetê ê girêdayî bi awaze ve hilbijart, min ji vê pirtûkê nêziktir didît, ji ber helbest lawê…