Mehrecana Kurteçîroka Kurdî li Rojavayê Kurdistanê

Ji bo beşdariya di dehemîn Mehrecana Kuteçîroka Kurdî de, Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Sûriyê pêşwaziya çîrokên beşdaran dike.

Mercên beşdarbûnê:

1- Divê çîrok bi zimanê kurdî be.

2- Hejmara gotinên çîrokê herî kêm 500 û herî zêde 2000 gotin be.

3- Nabe çîrok li cihekî din hatibe belavkirin, û di tu pêşbirkan de beşdar nebûbe.

4- Çîrok weke fayleke “WORD” û PDF tê şandin.

5- Beşdarî tenê bi çîrokekê ye .

6- Divê mercên kurteçîrokê pêkhatî bin, û ji mafê komîta nirxandinê ye ku çîrokên lawaz dûr bixe.

7- Bi çîrokê re, kurtejiyana nivîser, nav, navnîşan û hejmara telefonê were şandin.

8- Çîrok li ser vê navnîşanê tê şandin:

mehrecanaciroke2025@gmail.com

9- Divê çîroknivîs niştecihê Rojava be û ji bo xwendina çîrokê di mehrecnê de amade be.

10- Divê çîrok ji ziman an wêjeyeke din nehatibe wergerandin..

– Dîroka dawî ji bo wergirtina çîrokan 5ê Hezêranê 2025an.

Mihrecana dehemîn ya Kurteçîroka Kurdî dê di 13-6-2025an ta 17-6-2025an de li bajarê Qamişlo were lidarxistin.

Di roja dawî de, sê çîrok dê werin xelatkirin.

Xelatên mihrecanê jî ev in:

– Asta yekem 3000000 L.S

شارك المقال :

One Response

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Komîteya Mihrecana Helbesta Kurdî ya li Wolfsburg, hezkiriyên peyv û risteya kurdî agehdar dike ku wê Mihrecana Helbesta Kurdî li roja Şemîyê di 25.10.2025 de li demjimêr 13:00 Uhr li Komeleya Çanda Kurdî li Wolfsburg lidar bikeve.

Çaxê ku her helbestvanek bivê beşdarî mihrecan bibe, em bi hêvî ne ku du helbestên…

Me bi rêya dost û nasan bêhistiye ku nivîskar û rojnamevanê navdar yê Çiyayê Kurmênc Mamosta Inayat Dîko nexweş ketiye û ev demeke li nexweşxaneyê ye û ji nivîsînê dûr ketiye.

Em jibo başbûna tenduristiya wî, di’ua û hêviyê ji Xudê dikin ku rewşa wî ber bi başbûnê ve biçe û di…

Ebdûlazîz Qasim

Piştî derbasbûna nêzîkî yazdeh mehan li ser rûxandina rêjîma Be’is li Sûriyê û hatina HTŞ li ser desthilata Sûriyê, wisa diyar dibe ku wê hîç niyazek erênî li hember çareserkirina pirsgirêka Kurdî nîne, û herwiha ku bi heman zihniyeta rêjîma berê dixebite û siyaseta li dijî gelê Kurd xudan dike…

Şukrî Şêx Nebî

te nedizanîbû..

Ku tu ..

piyala meya jiyanê bû ..!

mertala şewşenê

hember bêbextîyê bû

te nedizaîbû..

Jiyan bi te re

tam..

felat û welatek bû..?!

vê helwestê

vê helbestê

bi baskên hacîreşkan re

ma qey..

<p style="text-align:...