Her sal dê û bavê Martin ew bi trênê dibirin ba dapîra wî da ku pişûdana havînê derbas bike. Paşê wî dihêlin û roja din vedigerin.
:Vêca di salekê ji wan re got
Ez niha mezinim..?. îsal bi tena serê xwe ezê herim ba dapîra xwe.
Dê û bav piştî gengeşeke kurt li hev kirin. Û va ye, di roja destnîşankirî de, li ser rawestgehê radiwestin û hin fermanan jê re dubare dikin … û ew xwe ufkufî dike …
Min hezar carî ji we bihîstiye ..!.
berî ku trên biçe bi demekê :
Bavê wî nêzîkî wî bû û di guhê wî de piste girin, heke tû bitirse an nexweş bibe ev ji bo te ye.” Wî tiştek xiste bêrîka zarokê xwe” .
Zarok cara ewil bêyî malbata xwe bi tena serê xwe li trênê rûnişt.
Ew ji pencereyê li peyzaja ku vedibe temaşe dike û dengê mirovên xerîb ku li dora wî radibin dibihîze.
Ew derdikevin û dikevin kabîna wî…
Ta ku pandî trênê jî şaş ma û li ser bêparbûna wî pirs jê pirsî.
Jinekê jî çavekî xemgîn lê da.
Martin tevlihev bû û xwe nebaş hîs kir.
Paşî hest bi tirsê kir…ji ber vê yekê ew xwe avêt ser kursiya xwe û çavên wî tijî hêstir bûn.
Di wê gavê de pistîma bavê xwe hat bîra wî û ji bo kêliyek wisa tiştek xistiye berîka xwe.
Bi destekî lerzok li bêrîka xwe geriya û peleke biçûk dît…
*Wî ew vekir: “Kurê min, ez di beşa dawî ya trênê de me.”*
Jiyan wiha ye, em baskan didin zarokên xwe, em bi xwebaweriyê didin wan…
Lê heta ku em sax bin divê em her tim di kabîna dawî de bin…
Şîrove (0)