Helbestvanê Kurd Husên Hebeş Xelata Wêjeyî ya Navneteweyî “Kathak” wergirt

Îsal, Înîsiyatîfa Helbestî ya “Kathak” li Bangladeşê biryar da ku xelata wêjeyî ya navneteweyî “Kathak” pêşkêşî helbestvanê Kurd Husên Hebeş û hinek helbestvanên din bike. Herwiha wan di dayîna xelatê de nivîsandibûn ku “Ji ber beşdariya wî ya berbiçav di wêjeya cîhanê de, ligel çend helbestvanên din yên pir girîng di cîhanê de”. Helbestvan li Hevdîtina Cîhanî ya Ramanbîr û Nivîskarên ji bo Aştiyê 2024 li Kolkata, Hindistanê, hat xelat kirin. Hêjayî gotinê ye ku ev xelat di salên bihurî de radestî van helbestvanan kirin: Helbestvan Tobias û Jona Burghardt ji Almanya, Dr. Ahmad Kamal Abdullah ji Malezya, Dr. Lee Kuei-shien ji Taywanê, helbestvan Bengt Berg ji Siwêdê, helbestvan Agnes Meadows ji Brîtanya, Dr. Joyce Ashuntangtang ji Kamerûn û hwd

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Tengezar Marînî

Franz Kafka û Jin

Franz Kafka (1883–1924), yek ji nivîskarên wêjeyî yên herî karîger ê sedsala 20an, di warê têkiliyên xwe yên bi jinan re de gelek nakokî didît. Ev hevsengiya wî hem di jiyana wî ya şexsî de û hem jî di xebatên wî yên edebî de bandorê…

Fewaz Ebdê

 

Di destpêkê de

Milet ji henasên xwe

cawekî ji hevrêşim dihûna;

Li aliyekî rokek pêve didrût û

li aliyê din lîlandineke dengketî.

Bi hajixwebûn

pêlav di ser siya şehîdan re dimeşiyan

mîna ku xak bi bîranîna wan re…

Salih Cefer



Qedexebûna zimanê kurdî bi salên dirêj bû sedema paşketina hemû cûreyên wêjeya kurdî û bi taybetî jî ya zaravayê kurmancî.
Tevî ku di van salên dawî de li gelek alîyên Kurdistnê rewşa wêjeya kurdî (kurmancî) bi pêşve çûye jî, lê hîn pêwîstîya bi pêşveçûnên bêtir heye.
Kanîyên pêveçûnê pirin, yek ji wan…

Ebdûlazîz Qasim

 

Ji demê hatina Ehmed El-Şerih li ser desthilata Sûriyê, piştî hilweşîna rejîma Esed di 8ê çileya sala borî de û heta îro, bi carekî rewş û rastiya Sûriyê ya civakî, cugrafî, siyasî, etnîkî û olî tê paşguh xistin, bi taybetî hebûna gelê Kurd bi carekî tê paşguh xistin, her bigire…