Helbestvan û awazdaner Mihemmed Elî Şakir.. Ez dîdevan im ku ew kî ye?!

Beşîr Botanî

Min berê guhdariya Radyoya Bexdadê-Beşê Kurdî dikir û ez piştrast im ku hunermend Mehmûd Ezîz Şakir ji sala 1969-1979’an nêzîkî 25 stiran li Radyoya Bexdadê-Beşê Kurdî Tomar kirin…

Sala 1973’an hunermend Mihemmed Şêxo hat serdana me li Balek û Kerkûkê (Îraq), hingê ewî bêhtir stiranên hunermend Mehmûd Ezîz Şakir û hunermend Seîd Yûsif dixwendin, lê li Radyoya Bexdadê-Beşê Kurdî tomar nekirin, ji ber ku neyên wî bûn, lewre ewî çend helbestên bavê min Sebrî Botanî tomar kirin û ta dawiyê… Û dema ez û hunermend Mihemmed Şêxo li Îranê bûn sala 1975’an, dîsan ewî piranya caran stiranên hunermend Mehmûd Ezîz Şakir û hunermend Seîd Yûsif tomar dikirin û kasêtên tomarkirî li cem min jî mane û nemaze yên ku min tomar kirin…

Min navê Mihemmed Elî Şakir wek helbestvan û awazdaner ji ragehandinkar Segvan Ebdul-Hekîm bihîst yê ku li Radyoya Bexdadê-Beşê Kurdî kar dikir, lê min nezanî ku ew kî ye? Di ser hindê re yên ku ji min re behsa wî dikirin ew bixwe çend rewşenbîr û xebatkarên Kurdistana Sûriyê bûn yên ku dihatin Kurdistana Îraqê û her wesan van hunermendan jî ji min re behsa stiranên wî jî dikirin: Mihemmed Teyib Tahir, Seîd Yûsif, Seîd Gabarî û Îzzeddîn Temo û yên dî. Bi kurtî min ji wan zanî ku hunermend Mihemmed Elî Şakir û hunermend Mehmûd Ezîz Şakir bira ne di ser hindê re Xebatkar Şefîq Cimi’e li Şoreşê û li Îranê sala 1974-1975’an behsa hunermend Mihemmed Elî Şakir dikir ku ew xwedan hunereke resen û balkêş e…

Û wek tête bîra min sala 1974‘an li navenda Şoreşê “gundê Nawpirdan“ û sala 2008‘an li Duhokê, hunermend Mihemmed Teyib Tahir ji min re behsa karên hunerî li Sûriya û Lubnanê dikirin û derbarê hunermend Mihemmed Elî Şakir welê gote min û min bi kurtî nivîsî:

  • Piraniya stiranên ku hunermend Mehmûd Ezîz Şakir xwendine bixwe yên birayê wî helbestvan û awazdaner Mihemmed Elî Şakir bûne…

Beşek ji berhemên hunermend Mihemmed Elî Şakir 

Heşt stiran

Heşt stiran ji helbest û awazên hunermend Mihemmed Elî Şakir ku bi dengê hunermend Mehmûd Ezîz Şakir belav bûn, piştre hunermend Mihemmed Şêxo jî tomar kirin:

  1. A- Meqam: Ez dinalim ji êş û derda dilo

B- Pesta Zênebê

  1. Eyd û Erefat
  2. Şivan pez daxistiye 
  3. Zava (Lê bûkê)
  4. Şêrînê (Ber dilê min pir şêrîn e)
  5. Hey dilo
  6. Gewrê
  7. Keça Kurd (Ez keçika Kurdî me)

stiran

Sê stiran ji awazên hunermend Mihemmed Elî Şakir ku bi dengê hunermend Mehmûd Ezîz Şakir belav bûn, piştre hunermend Mihemmed Şêxo jî tomar kirin:

  1. Peymana min

Helbest: Emerê Le´ilê

  1. Perwîn

Helbest: Emerê Le´ilê

  1. Şêrînê nûgihayê

Helbest: Cegerxwîn

Du stiran

Du stiranên folklorî yên devera Botan ji pêşxistina hunermend Mihemmed Elî Şakir û bi dengê hunermend Mehmûd Ezîz Şakir belav bûn, piştre hunermend Mihemmed Şêxo jî tomar kirin:

  1. Ditirsim bimrim dilo qurban

Jêder: Hunermend Miryem Xan û hunermend Mihemmed Arif Cizîrî

  1. Hinê

Jêder: Hunermend Mihemmed Arif Cizîrî

Carekê min û Mihemmed Şêxo li Kerkûkê piyase dikir

… Dema em gehiştin malê, me şîv xwar û li ser xatirê wî careke dî em çûn derve serê girî (Tepey Mela Ebdul´a). Me ji wê derê dîmenek pir ciwan û balkêş dît, ew jî agirê petrola Kerkûkê bû; bi şevê aliyekî Kerkûkê ronahî ye û aliyê dî jî tarî ye, êdî ewî  ji evîna Kerkûkê stira:

*Binêr ç’yayê Kerkûkê

Oyeman û oyeman

Xemilye weke bûkê

Oyeman û oyeman

Dilêm evîn hilanî

Oyeman û oyeman

Bijî serok Barzanî

Oyeman û oyeman

(Nenas)

 

Min ji hunermend Mihemmed Şêxo pirsî ku ev stirana kê ye, ewî got min “ya hevalekî ye” lê navê wî hevalî ji min re aşkira nekir lewre min di bin stiranê de peyva (nenas) nivîsî lê min pir dereng rastiya vê stiranê ji Segvan Mehmûd Ezîz Şakir zanî ku “Helbest û awaz: Mihemmed Elî Şakir. Xwendin: Mehmûd Ezîz Şakir.”

Têbînî

*Ev stiran di destpêka salên 1980-yan de hunermend Gulistanê jî tomar kir, lê navê Mistefa Barzanî ji vê stiranê hat jêbirin û Şivan Perwer ev stiran bi navê xwe tomar kir anku helbest û awaz yên wî bûn û di ser hindê re nivîskar Qado Şêrîn di pertûka Mihemmed Şêxo de nivîsî (Helbest: Kemal Şanbaz. Awaz: Mihemmed Şêxo) û malbata Mihemmed Şêxo welê li Mesam’a Stenbolê tomar kir (Helbest û awaz: Mihemmed Şêxo). Lê jêderê rast yê vê stiranê ev e:

Stirana Keça Kurd (Ez keçika Kurdî me)

Helbest û awaz: Mihemmed Elî Şakir 11-10-1971

Xwendin: Mehmûd Ezîz Şakir 

Û bo zanînê hunermend Mehmûd Ezîz Şakir ev stiran li Radyoya Bexdadê tomar nekir ji ber ku navê serok Mistefa Barzanî têde hebû. 

Di dawiyê de helbestvan û hunermend Mihemmed Elî Şakir di dilan de nemir e.

……………………………………………………………………………………….

Belge

  • Stirana Keça Kurd (Ez keçika Kurdî me)

Ev stiran li Mesam’ê (Sandîka xwedanên karên wêjeyî û hunerî-Stenbol) hate tomarkirin ku helbest û awaza stiranê yên Mihemmed Şêxo ne.

  • Pertûka Mihemmed Şêxo ya nivîskar Qado Şêrîn

Di rûpela 198an de ji vê pertûkê hate nivîsîn ”Helbest: Kemal Şanbaz. Awaz: Mihemmed Şêxo.

Stocholm 7-4-2025

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…

Xizan Şîlan

şev û rojên min

bi nalîn û keservedanên kûr

dibihurin

hinavên şewitî

bûye cîhê gund û bajarên

hilweşiyayî

henasa gewriya fetisî

ji bayê havînên nerm

werdigirim

rengê keskesora derûniya min

çilmisî

li ser axa şaristaniyê

koçberî û derbederî…

Mislim Şêx Hesen – Kobanî

Kîndarî û jehîra li dijî Kurdan di Sûriyeyê de roj bi roj zêdetir xuya dibe، û vê rastî nikare bêkêmasî paşguh bike. Di serdema salvegera rûxina rejîma Esed de، li Şamê xwenîşandanên hatine birêvebirin wisa nîşa dan ku sloganên li dijî Kurdan bi awayekî vekirî û bêşermane…

Konê Reş

Xweş e ku em bîranîna Mîr Dr. Kamîran Bedirxan, sê gîsin jî bikim. Wek ku diyar e, roja (04.12.2025), 47 sal di ser koçkirina wî re derbas dibe, xweş e ku em di vê rojê de, li hin şîret û pendên wî vegerin.. Min ev gotinên wî (Ma ne wilo…