Gula Cegerxwîn

Merwan Mistefa

Kurdistan wekî hemî welatê cîhanê û dibe bîtirjî navdar be bi gul û çîçekên xwe ve ku her bihar qata kurdistanê  wek bûka cihanê bi hemî reng û cûreyên gulan tê xemlandin wisa bihna wanî xweş li seranserî welêt difûre.

Çawa ku helbestvanê navdar Nezar Qubanî serbilind û şanaz bû bi gula xwe a-Yasemîn Eldimeşqî-ku timî nav rist û malikên xwe de tanî ser ziman,wisa jî ji mafê hebestvanên me ye jî ku şanaz û serbilind bin bi gul û zenbeq û nêrgizên çiyayê Kurdistanê .

Helbestvanê me nemir Cegerxwîn qedir û nirxekî  biha daye gulê ku bi felsefeka kûr gula xwe dorpêçkiriye di nêv çimen û gulîstanên wê de xwe winda dike,vacî hemî helbestvanên cîhanê gula dinirxêne bihakî giranbiha dide gula xwe ,gula wî bê hampaye ,veqetandiye nîşan kiriye ,jiyan bi xwe ye.

Cegerxwîn xwênerê xwe dibizdêne dema yekser ser gula xwe dibêje :

Ez ji xew rabûm,gulfiroşek dî

Pir gelek şabûm, gul bi dil didî

Wax û sed carî wax ev çi bazara ev çi peymane ev çi lavlave!! Na na ti carî ez bawer nakim ku kesek hebe ser rûkê xaka zemînê dilê xwe bide bi gulê?!!!!Mane dil di laşê mirov de centera jiyanê ye, gelo kî dikare bê dil bijî!!!Ew çi gule ku helbestvanê me xwe gorî wê dike,destê xwe diber xwe re berdide pir şa dibe yek ser bazarê erê dike.

Helbestvanê me mehnekê dide ber çavê xwe ku dilê wî tev jan û kule loma dixwaze dilê xwe bide bi gulê lê ev ji rexê yan jî ji aliyê bijîkî ve dîsa wî ji vê xefkê reha nakê çiko dil kal be bi kul be bi xem be bi erkê xwe yê biyolocî, praktîkî radibe xwînê li tevahiya laş belav dike û wek kurd dibêjin ,dil pîr nabe :

Hebû me yek dil tev jan û kul bû

Ne bûme bawer gul bi dil bidî

Dîsa helbestvan xwînerê xwe dibehitîne wî tar û mar dike dibêje dibe firoşkar an firoşyar gula xwe bi dil nedê ,bawer nakê ku ev bazar wisa bi hesanî biçe serî ,ser çi pirgalê  ser çi hîmî ser çi nerînê ser çi yasayê, em nizanin  wek dibêjin wate di dilê hozanvan de ye.

Dawî helbestvanê me bumba mezin di teqîne ne tenê xwînerê xwe dibizdêne belê şêniyên taxê jî û derdora wan jî hemî dost û hevalan jî divecineqîne dema ku dibêje:

Bazar me kir go: Ser bi ser nadim

Ê gulperest bî can û dil didî

Eşkere bi zimanekî xirû zelal dibêje gula min hêjaye ne tenê dil, biser de jî canê şêrîn dixwaze, ev bazar  bazara gulperesta ye..Vêca em dikarin bêjin ku helbestvanê meyê mezin Cegerxwîn  şaş neçûye ev qelenê welataye ku bê xwîn nayên rizgarkirin ku welat parçek ji dil e ji bîranîna mirove parçek ji bîna dayikê ye ,welat ew bend û rezê bapîra ye dengê pez e ,zingilê beran e,çira şîrê bêrîvanê ye .. Cegerxwîn bi dengekî bilind dibêje em ji bo welatê xwe jiyanê dikin, dil û canê xwe bi arzanî terxanî welêt dikin.

Bi rastî Cegerxwîn dîsa xwînerê xwe di kûrbûna derya xwe de ji dest hilanî dixe hew dikarê avjeniyê tê de bike dibe cara sisyan ku wî dibizdêne dema dibêje ku dilê wî bo vê bazarê jê xeyidiye,wisa pişta xwe didin hev û berê xwe didin oxirê…

Min can û dil dan ,dil kirye qêrîn

Go: Ho Cegerxwîn,dil bi gul didî

Essen :22.10.2024

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Salih Cefer



Qedexebûna zimanê kurdî bi salên dirêj bû sedema paşketina hemû cûreyên wêjeya kurdî û bi taybetî jî ya zaravayê kurmancî.
Tevî ku di van salên dawî de li gelek alîyên Kurdistnê rewşa wêjeya kurdî (kurmancî) bi pêşve çûye jî, lê hîn pêwîstîya bi pêşveçûnên bêtir heye.
Kanîyên pêveçûnê pirin, yek ji wan…

Ebdûlazîz Qasim

 

Ji demê hatina Ehmed El-Şerih li ser desthilata Sûriyê, piştî hilweşîna rejîma Esed di 8ê çileya sala borî de û heta îro, bi carekî rewş û rastiya Sûriyê ya civakî, cugrafî, siyasî, etnîkî û olî tê paşguh xistin, bi taybetî hebûna gelê Kurd bi carekî tê paşguh xistin, her bigire…

Amadekirin û kurmacîkirina tekstên stiranan: Ednan Bedreddin

 

Mezher Xaliqî yek ji navdartirîn hunermendn kurd ên sedsala bîstan e. Ew di sala 1938 an de weke zarokê malbateka kurd a oldar li Sune (Sanandaj) hatiye jiyanê. Behremndiya Xaliqî di warên goranîgotin û werzişê de ji salên dibistana seretayî ve derketine pêş. Her di…

Ebdûlazîz Qasim

Di dîroka navçeyê de, hîç erdnîgariyek bi navê Tirkiyê nîne, û deweta Tirkiya li ser sextkariya dîrokê û talankirin, qirkirina Kurd, Ermen û Yonaniyan û herwiha li ser dagîrkirina beşeke mezin ji xaka kurdistan, Yonanîstan, Qubirstan û Ermenistanê hatiye avakirin.

Projeyên Tirkan her ji destpêka xwe ve û heta…