ÊŞÊN NENAS

Xizan Şîlan

 

li şevkoriya esmer

jana hestên xwe tînim ziman

salan

taca êşên nenas danîn serê

qedera min

ji rayên dara çinarê ya spehî

xwîn dipale

tîra bêbextiyê pekiya

û di kezeba temen re

çû xwarê

bafiroka min

li ber tofaneke xayîn

ket xwarê

têlên tembûra dilê birîndar

li min xeyîdîn

bîranîn

li ber pêlên bayê reş

berba bûn

pişta stûna bextewariyê

li çaxên xortaniyê

şikest

stêrka derûniya xewnan

di tirsa tenêtiya xwe de

vediciniqe

gulberfîna qûntarên çiyayê azad

şîn girtin

tîrêjên tava rojên reben

sipsar diçirisin

hêviyên mesûm

li nav tevna pîrikê asê man

şewqa çira xeyalên şîrîn

vemirî

felekê

dergehên şadî û aramiyê

li ber min kilît kirin

û barê dinyayê li qolincan

siwar kirin

karwanê hinavên peritî

di rêya kendalên bêbinî re

derbas dibin

li nav agirpêta eşqa dilê saf

şewitîm û heliyam

hevokên helbestê

di kefa fîncana qehweyê de

serûbin dibin

li hesretkêşiya xurbetê

tayên porê sebirê

weşiyan

guregura hêrsa ewrên xof

li ser textê dilê xeşîm

konê xwe vegirtin

îskeîsk

di gewriya min de bûye giloka

girîn û qêrînê

min

pir saqoyên demsalên xeman

kevn kirin

li nimêja duayên serê sibehê

berê qiblegeha xwe

şaş kir

ez

her şev

li nav nivînên xewherimî

kûr kûr dinalim

lê êşên min

qet ranekevin

her tim payî ne

bi ramanên xwe re dikevim

nav şerê navxweyî

li rêya qedr û qîmetê

bi heval û hogirên sadiq re

rêwîtiyê dikim

tevna xweşsohbeta xwe

bi rîsê zîv û sedefê

dihûnim

ji ber gotinên pozbilind û nezanan

di xwe de têm guvaştin

li ser şewata birînên laşê xwe

bi gavên şemitok aware aware

digerim

li her kêliyê

hêsirên korta çavên qerimî

mizdidim

henasa keserên sînga xwe

bi hilma dûmanê cixarê

vedihesînim

deprasyona giyan

bi dengê neya kezebşewitî

dihewînim

kîn û nefreta demên mijgirtî

li aşê xweşbîniyê

dihêrim

û

li bêhntengiya rojan

qermîçokên eniya mirinê

maç dikim

Xizan Şîlan

2016-03-03

Stockholm

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Çîrok: Mihemedxêr Umer

Werger: Fewaz Ebdê

Hecî Dawûd, xwedî rûberin fereh ji zeviyên çandiniyê ye, bi qencî di herêmê de deng daye û hatiye naskirin, û hezkirina wî cihê xwe di dilê me de girtibû. Wî mala xwe ya kevn bi hewşa fereh re, kir depoya berhemên xwe û hinek alavên…

Mizgîn Hesko

Bi tenê
Di Derazînka hezkirinê de
Şaxekî erxewanî
Dilê bêdeng…!
Di navbera asîmên û zemînê de
Gelawêj
Ez…
Helawistî dimînim…!
Û dil…
Û dilê min î lal
Bişkoja bi roniyê mest…!
Çi raz e…?
Çi huner û fîlbaz e…?
Spêdeyan…
Dilkê dil ji nav sîtavan
Û ji cîgehên asê…
Ber bi xwe ve dibe…?!
Çi raz…
Çi ristesaz û rewannaz e…?
Hiş wêran dike û dergehê rewanbêjiyê
Bi…

SIMKO botanî

Li cîhan cejn û seyrane
Lê welatêm bê jiyane
Welatek jar û perîşan
Navê wê jî kurdistane
Nav li ba min pir şêrîne
j‘ber ko xaka wê zêrîne
Maye tenê li cîhanê
Milet hêjî Ber gumane
Li ser wê her bi fîxanim
Bêyî wê tim dil bi janim
Bi kul û derd û nalînim
Dijmin lime kir talane
Boçî dijmin dike talan
Li…

Fewaz Ebdê

Dibistana me ya ji kelpîçan

li hewşa wê

nigên me

weke rehên biçûk

di nav çamûrê de diçikilîn.

Em dikeniyan

dibezîn

û lênûs ji me re dibûn bask.

Banê dibistanê dilop dikirin

dilop.. dilop

mîna ku asman jî

bi…