DR. EBDULMECÎD… SERXWEŞÊ BÊ MEY

Fewaz EBDÊ

Bêriya te dikim

Gava ku tu sivik û hêdî dimeşiya

            tu ditirsiya xaka westiyayî şiyar bikî

Çente di dest te de

            Ne derman bûn tê de

            Mistek stêr bû û

                        şûşeyin tije ronaniya heyvê

Mîna sirrebayekî jixwebawer

            bi derencan ve hildikişî

            Te li deriyan dixist

                        malan dilên xwe ji te re vedikirin

            Te destê xwe datanî ser birînê

                        berî li derman bipirsî

                                                birîn dihat hev

Bêriya kenê te dikim

Dema tu serxweş dibû

            ne bi meyê

            ne guvaşa tirî

            lê bi dengê bilûreke kevnar

            bi keserekê di ber stiranekê re

            hê li ber çavê min e

                        hejandina serê te di ber stiranan re

                                    mîna sofiyekî bi sirr ketibe

Weke doh bû

Dema bi Piskilêt diçû li nexweşê xwe dipirsî

            siwarê helbesteke rêwindakirî bû

Tu li tirimbêlan siwar ne dibûyî

            Lew te ji camên girtî hez nedikir

Tu lawê bayê azad

            Lawê axa paqij

            Lawê hejar û belengazan bû û

                                                te dilê wan nedihişt

Bêriya te dikim

Çaxê şevê ji te dipirsî: Ma tu ne westiyayî?

Tu dibeşişî weke ku westan ne ji te re çêbûbe

Tê bîra min

            Xweş tê bîra min

            Gava te piyal dagirt çeqilmast û

                        noşa rêbiwêrên

                                    di bîrdanka te re dibûrîn hildida

 û te digot: Çi dibêjin bila bêjin

                                    Ez dizanim kî me ez..

Berî 8ê Avdarê

Berî tu li biyaniyê bibanî

Berî ku dûrî sikakên tu himêz kirin

                        dilê te raweste

Te nexwest

            şîn û xemgînî çiya derbaskin

Te ji birayê xwe re got:

            “Beriya 21ê Avdarê wan agahdar neke

             Bila hêsir û rundik

                        tevlî ronahiya agirê Newrozê nebin”

Çawa berbang li şevê vedigere

            tu li Qamişlo vegeriya

Çawa li ser Cegerxwîn giriya

Çawa ji darbesta Mihemed Şêxo re stira

            Qamişlo li ser te giriya

Çawa çem libên baranê hildigre

            Milan tu hilgiertin û

                        di nav helbest û awazan de tu veşartin

            lê tu ne mir…

Bêriya te dikim

Dema tu sivik û bi hêdî dimeşiya

Em li te digeriyan û

            niha gava em li te digerin

                        bêhna te bi bayê derdorê re dikêşin

                        siya te li ber ronahiyê dibînin

û di dilê xwe de

            welatekî dibînim

                        navê wî: Ebdulmecîd e

Bêriya te dikim

            Bêriya te..

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ali Jouma

Yekxistina Pêşmerge girîngtirîn dosya li Herêma Kurdistanê ye, ji hilbijartinan û pêkanîna hikûmetê jî girîngtir e, ji ber ku ew diyar dike hebûn û nebûna dewleta Kurdistanê.

Ji 30 salan ve, Pêşmerge ne artêşek Yekbûyîbû, lê du artêş bû:

– Pêşmergeyên 70: Ser bi Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê YNK ve bû

– Pêşmergeyên 80: Ser bi Partiya…

London – Weşanên Ramînayê li Londonê ragihand ku nivîser, wergêr û rojnameger Ferîd Xelîl “Xelata Çolbirr a Zanistên Zimanê Kurdî” ya sala 2026ê di gera wê ya duyem de wergirt, piştî ku Jurîyê ew ji nav hejmarek berbijêran hilbijart.

Ferîd Xelîl ji bo xebatên wî di warê zimanê Kurdî, werger û ragihandinê…

Helbest: Rewan Oso

Kobanî, dîtina te tevdana birînan e,
Rondik ji bo lehengên te her ji çavan e…
Dema herikîna hêsiran,
Xak û asman dipirsin:
Çima digirî, Kobanî?
Çima dilê te bi xem e?
Dîsa şûr û rim li pişta te dane…
Girtiyên te sotandine…
Dîsa dilên dayikan
Bi qîrîn û fîxan e…
Kobanî… Kobanî…
Dayîka lehengan e…
Rojên tarî bê malbat, kê berçav…

Qado Şêrîn

Xwendina pirtûkan, temenê mirov dirêj dike.

Ji bo giyanê Gulîstan, Gulîstana Sobarî, belkû dereng be jî, lê ji bo xwe bixapînim ku Gulîstan zindî ye, min pêşî li “Monodrana Nisrîn“ temaşe kir(https://youtu.be/HuAdsq5lUZA?t=562 ), û di dûv re min têkist an jî pirtûka wê xwend, û ew şaş e. Pêwist…