DI BIN ASÎMANÊ LAL DE

Fewaz EBDÊ

Şeva qirkirinê

Şeva wêranê

Şevek ji şevên Remezanê

Şevek ji Adara kulên kurdî

Osmanê Ebdo malbat li dora xwe kom kiribû

Xewna zeviyeke genimî berfereh ji wan re digot

Şeva wêranê

Çivîkan baskên xwe ji sibe re amade dikirin û

                Keçika biçûk stêr li ser tiliyên destê xwe dijmartin

Sibeh hat

Sibeh hat, lê ronahî şaş mabû!

Sibeh hat, lê teqînekê ji baskê hesinî mirin li asîman dinivîsand

Di çend çirkan de xanî bû ax û xwelî

                Nivîn bûn gor û banê xanî bû asîmanekî vekirî bêsînor

Osmanê Ebdo yê bav, nema bav e

                                Bû qarînek bi hustê Xwedê ve daleqandî

Hevjîna wî  Xezalê nema dê ye

                Bû bayek û di nav tozê de li zarokên xwe digere

Ahîn, Dicle, Dilovan, Yasir, Salîhe, Fewaz û Evista

                Bûn heft balindeyên şîn

Wê kî dilên wanî nazik di nava desmalkên qetyayî de hilgire!

Wê kî baskên Ronîda û Narînê li wan vegerîne!

Lêêê

                Kes nabihîze!

                Bajar kevirekî bê deng e

                Hikûmet li seta xwe dinere

                Civaka navdewletî li ber neynikê bejnûbala xwe ditivtivîne û

                                Daxuyaniyeke ji xweliyê dinivîse

                                                Ti agirî venamirîne

Bêdengîîî… bêdengî…. bêdengî

Hikûmeta Sûrî ya ku devê xwe venekir, misilman e

Dewleta Tirkî ya ku baskê mirinêyî hesinî di xwînê çand, misilman e

Û malbata ku wêran bû jî misilman bû!

Û kesî misilman negote Çima?

Devê yek mizgeftê venebû!

                Di pencerên wan de tenê zingîniya bêdengiyê li hev dizîvire!

Kanî ew Xwedayê ku wan li bergeşa Fitorê vegerîne?

Wê kî çîrokên ku şeva bûrî, berî razanê digotin, binivîsîne?

Wê kî baskê birîndaran bicebirîne?

Li Kobanê

                Di bin asîmanekî lal de

                Xwîna malbata şehîd di nav kevir û kuçan re diherike..

Xwîneke bê sî ye, ji ber ku rok jî kuştin!

                                Rok jîî

                                                Kuş…..tin.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Hişmend Şêxo

Ev çend salin di bîranîna roja “Zimanê Kurdî” de xebateke hêja ji bo pêşxistina zimên tê kirin.
Hêjayî gotinê ye ku Zimanê Kurdî tevî hemû siyasetên tunekirinê ji aliyê dagîrkerên Kurdistanê ve heya roja îro hebûna xwe di qada cîhanî de çespandiye û bi şanazî serî hildaye û xwedî dîrokeke taybet e, ew jî di…

Merwa birîm

Havîna par têvel û bi min pir xweş bû, rojan e, nexasim li danê êvarê ez di vê kolanê re derbas dibûm, bêhna axa şil ji pêş xaniyan wek refek sêrçe difûriya, jin û keçikên sinêle di talda dîwaran de diciviyan, kalemêrekî piştxûz xwe bi darê zorê li ser kursiyeke…

Komîteya Çalakiyan a Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê

We vedixwîne roja zimanê kurdî :

Rewşa zimanê kurdî li bakurê Kurdistan
Nivîskar: Fettah Timar

Asteng û Aloziyên zimanê kurdî
Nivîskar: Ednan…

Hozan Yûsiv

Di 15ê Gulana 1932an de, dema Mîr Celadet Alî Bedirxan kovara Hawarê li Şamê derxist, ne tenê destpêka kovareke wêjeyî bû, lê belê cihê werçerxeke dîrokî bû di riya ziman û çanda kurdî de.

Hawarê peyameke zelal da cîhanê ku zimanê kurdî ne kêmtirî zimanê derdora xwe…