Helbest u pexşan

Destûra “Colanî”

Ezîz Xemcivîn

ji kalanê riha xwe şûr bi şûr ew deranî:

“Ez şandyarê Xwedayê we me,

berê xwe nedin asmanê dûr..

Serperişt im,

mirîdê mizgeft im

dijminê dêr, laliş û kenişt im..

Colanîyê bav û kalan

Mekehiyê resen im,

xurmexwir im,

mîzvexwir im,

reşkevirperest im,

neviyê serwanekê hêştiran im,

serokê we me,

ez Colanî me!

Guhbidêr in,

ev e destûr,

ev e ronaka evro,

paşeroja nêzîk û dûr,

bi xwe ve hilawistin,

berbejn û nivişta we ye, ev destûr..

Colanî me,

dê mejiyê we ji hiş çol bikim!

Sengerên şaristaniyê li kû bûn,

gava me dadweriya asmanî pêk anî?

Gava bi şûrê Islamê

me zêr û zeber,

mal û milk,

jinên ciwan,

koçk,

sera,

keleh

û dîroka miletan bir bi talanî..

Xar û êrîşên me gihan welatên dûr

em li ser kelexên mirovan,

li ber çemên xwînê û samanên giran

bûne dewleta herî bilind..

Colanî me,

Islamî me,

ji bil evê ol û rêkê,

li jêr sîwana vexwednameya me

cihê we Gawiran nîn e..

Serê we û şûrê me

baskê we û cawbirrê me

zimanê we û xincera me

Xameya E. Xemcivîn û topên me

hişyar bin,

ji şikeftên Torabora

ji bin pala Bin Ladin, Zerqawî û Bexdadî

dîsa ji bo xêra we em hatin,

bi destûr û desthilat in..”

15.03.2025

Ezîz Xemcivîn

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din