Cudarengên awazê di helbesta Hefîz Ebdulrehman de

RÊBER HEBÛN

Dîwana – Xirxala Peyvan  –  a ku ji weşanên Darezzeman e, di sala 2025 de hatibû derxistin , bi xwe re ev dîwan gelek mijarên rexnî tîne hole lê min  vê babetê ê girêdayî bi awaze ve  hilbijart, min ji vê pirtûkê nêziktir didît, ji ber helbest lawê awazê ye û ji kaniyên wê dilive,nexasim ku helbestvan Hefîz Ebdulrehman awazvanekî husteye, dema mirov çavên xwe li ser helbestên wî digerîne ,jêre diyar dibe ku naveroka bihna awaz û stranên cur be cur jê tê ,lewre helbest nîvîna awazê ye , bi wan komên dîmen û hestên tevderbasbûyî ferhenga awaze jidayik dibe  û bi malbat mezin dibe, li vir wisa dibêje: rûpel 15

 

Hevcêwiya nêrgizê! / Oqyanoseke rehet e / Noteya pêlên wê/ Bazgûriya aramiyê / ji rîtim dixe.

Hevokên wî dibêjin li vir ku çendîn awaz û helbest hevcêwiyên hev in û eger helbestvan ne awazvan be, zehmet e karibe helbestên bi wate biafirîne, ji ber ku awaz di helbestê de ew pencereyeke têde mirov cîhanê tev bi çavekî hestyar dibîne , li vir jî helbestvan dibêje rûpel 16 :

Ji germahiya hundurê netebitî/ hilma henasên min/ yên bi dûkêla çixareyê stirayî/ sayîbûna gumanên cama pencerê/bi baweriyên mijê/ hildiçenîne/.

Dema mirov hizra xwe dide van hevokan wek nimûne dikare baş têbighe hel û mercên helbesta serkeftî ku ew pişta xwe dide li ser van hêmanan:

  • Karîbûna helbestvan bi çêkirina girêdanê di navbera hest û mêjî de dema nimûneyekê ji cîhaneke din diafirîne.
  • Sazkirina cîhaneke nû li ser kavilên cîhana heyî û ev jî dide xuyan ku helbest dema xwe bi awaze ve dipêçîne armanca xwe pêktîne ji kişandina dîmenên berçav ji wê cîhana a ku huner têde cîgir e û di hirzê hestiyar de tê hunandin.
  • Rola xwendin û çanda afrênerê helbestvan bi têgihiştina zanista şêwazê û çêkirina peyvên lihevhatî ji bo naskirina xweser bi rêya hunera helbestê.
  • Nîşanên siyasî û felsefî ên dîtinan kurtas dikin bi rêya hevokên kurt û bi wate li ser bîngeha aboriya rêzimanî.

Çendîn peyv kurt û kurmancî bin çendîn dikarin bi erkên xwe rabin û nameyên nehêne û ne zelal bi rehetî aşkere bikin taku bighin li beranber.

De em li vir biramin rûpel 20 :

Di navbera derpiyê Monîka/ û  riya Ibin Ladin de/ te behweriyên xweyî gwîzî/ bi dudiliya spagêtî şehdikin/ciwamêr bi ser ku pizika kemaxa pûtê azadiyê /ne te doxîna Ûcaxan jî dirandibû.

Li vir diyar dibe nedûriya ramanên afrênerî ji dîmenên helbestî ji ber ku hemî rêyên rewa ne ji sazkirina cîhana helbestî, rola awazê li vir jî diyar dibe ku ji heman cûreyên helbestan  ve qet venaqete, ew rê şayik dike ji bo helbesteke bi bandor û lihevhatî.

 

Dûmahîk:

Di vê kurtexwedninê de min hewildabû babetekî hilbijêrim ji bo vekolîna cîhana helbestvan , ji ber ku ev cûreya ji nivîsê bê guman pêdiviya xwe bi gelek babetên rexnî ve heye lê me li vir dilopek rehnî veda ji bo naskirina rola awazê a pêşeng di sazkirina helbestê de.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...