Nûçe

Hunermend Zubêr Salih yê kû ev demek bû di Tilfizyona dijla de bernama (Dengê Xerîbiyê) pêşkêşdikir, di ragehandinek xwe de, da xuyanî kirin kû wî ji dev bername berda:

eva xwar deqê wê ragehandina Hunermend Zubêr Salih e :

min Dev ji Bernama (Dengê Xerîbîyê) Di dijle.TV de, berdaye ji 17.10.2011 de çi ji vê dîrokê û virde hatine…

serokê komîta mafê mirovayetî, rêzdar Tom destpêşkeriya endamên encumana rêzdar Dr. Abdulbasit Hozan ibrahîm, di gel 3 destpêşkeriyê, di roja 10-11, di kombûnê de Piştî bixêrhatinê û spasiya pêşdarbûnê spasiya destpêşkeriya Hannoverê, rêzdar Tom Koenigs diyar kir, ko Sûriya di qunaxeke pir hestiyar de derbas dibe, rêjîma Sûrî bi hemî hovîtiyê êrîşî xwepêşanderên bi aştiyane…

Qamişlo (welatê me) Di roja 19/11/2011 ê de û bi amadebûna birek ji helbestvan,nivîskar,siyasetmedar,rewşenbîr,xemkêş û evîndarên helbesta kurdî,mehrecana helbesta kurdî ya şazdemîn li mala Seydayê Cegerxwîn li bajarê Qamîşlo hate lidarxistin.

Di destpêkê de,mamosta N.Beyro bi navê komîta amadekar a mehrecana helbesta kurdî ya şazdemîn, xêrhatina mêhvanan kir û ji wan xwest ku tev bi hev…

Di çarçoveya çalakiyên wêjeyî de, yên festival GLOBALE, li bajarê Bremena Elmanyayê,

wê nivîskarê kurd Helîm yûsiv çend nimûneyan ji wergerên berhemên xwe bi zimanê elmanî bixwîne.

Şeva xwendinê wê ligel nivîskara zimanê elmanî ya regeztirk Zehra Cirak bê lidarxistin.

Birêveberiya şeva xwendinê wê prof. Dr. Wolfgang Schlott (EXIL-P.E.N.) bike.

Cih û dema xwendinê:

Duşemê, 07. November. 2011

Schillerstraße 10, Bremen

Seet: 19:00

Wê şev bi danûstendina bi her du…

Li komela Hêlên, li bajarê Essenê, li Elmanyayê, roja yekşemê 30.10. 2001, di seet:14:00 de, bernama „Roja helbesta kurdî li derve“ bi beşdariyeke germ û têr, destpêkir.
Bername bi deqeyeke rêzgirtina ji bo şehîdên Kurdistanê û yên şoreşa sûriyê, hate vekirin.
Yek ji endamên komîta amadekar Elî Cafer bi gotineke kurt xêrhatina mêvanan kir. Diyar kir ku…

BATMAN– li Navenda Çandê ya Nû Komeleya Nûbiharê Panela Melayê Cizîrî li darxist. Panel di runiştinekê de, bi xwendina Qur’ana pîroz û xwendina fatîhê li ser giyanê kesên ku di erdheja Wanê de jiyana xwe ji dest dane destpêkir. Paşî vexwendina panelîstên panelê Dekanê Malnişîn yê Fakulteya Îlahiyatê ya Zanîngeha Dîcleyê, Prof. Dr. Abdulbaki Turan,…

Înstîtuya Kurdî li Stockholmê wek kevneşopîyekê hersal hêjmarek pirtûk çap dike. Îsal jî şeş pirtûkên hêja çap kirin. Ji wana se heb bi zaravayê Kurmancîya Xwarû (Sorani), dû bi Kurmancî û yek jî bi herdû zaravan e. Ji bo ku dû nivîskar ne li Swêdin em dixwazin herçar nivîskarên din berhemên xwe bidin nasandin….

Şeva 29.10.2011an li bajarê Hamburg, nemînar li ser rewşa dawî ya kurdên rojava lidar ket. Ev çalakî ji aliyê Encûmena Kurdên Hamburgê (Platforma Kurdên Hamburg) hat sazkirin. Axaftvanê şevê du biraderên ji Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê (PYKS) Merwan Sulêman û Omran Husên bûm û li ser jiyana pakrewan Mişel Temo nivîskar Arşevê Oskan ji…

Roja 13’ê meha mijdarê, li paytexta Beljîka Brukselê, nivîskar û helbestvanê Kurd Hoşeng OSÊ û hinermendê Kurd Hekîmo beşdarî festîvala ‘INTERLITRATOUR’ dibin, OSÊ bi helbestên xwe û Hekîmo bi awaz û dengê xwe.
Ev çalakiya kultûrî û hinerî, Enistituya Kurdî li Brukselê di nav de, ji aliyên gelek saziyan ve, ev 10 sal in, li…

Em vê yekşemê, 30.10. 2010 bi helkeftina salvegera koçkirina seydayê Cegerxwîn „ Roja helbesta kurdî li derve“ lidardixînin. Bi navê komîta amadekar, em vê vexwendinê ji we re birêdikin.Navnîşan û dem:Komela Hêlîn. Werder Str.13, 45138 EssenDem: Katjimêr:13:00

Bi beşdarbûna we, em ê kêfxweş bibin.
Wê salona cihê çalakiyê bi tabloyên hunerî yên şêwekar Cîhan Ibrahîm bê xemilandin,…