Şeş Pirtûkên Nû ji instituya kurdî li Stockholm

  Înstîtuya Kurdî li Stockholmê wek kevneşopîyekê hersal hêjmarek pirtûk çap dike. Îsal jî şeş pirtûkên hêja çap kirin. Ji wana se heb bi zaravayê Kurmancîya Xwarû (Sorani), dû bi Kurmancî û yek jî bi herdû zaravan e. Ji bo ku dû nivîskar ne li Swêdin em dixwazin herçar nivîskarên din berhemên xwe bidin nasandin. Ji vana: Hesen Cûdî, pirtûka bi navê ”Dîroka ji agir”; Serkan Birûsk vergera ”Welatê Evarê”; Kawa Amîn ”Dîroka Edebîyata Kurdî” û B.welatevîn ”Bavo Bûye Bostan” nivîsîne. Ji bo ku hûn li ser pirtûkan agahdarîyên berfireh bigrin û pirsên xwe bikin roja Şemîyê em civîneka danasîna pirtûkan amade dikin. Hûn hemî bi xêr bên.
Program:

14.00-14.10 an axaftina vekirine
14.10-14.30 Hesen Cudî
14.30-14.50 B.welatevîn
14.50-15.10 Kahwe û çay
15.10-15-30 Kawa Amîn
15.30-15.50 Serkan Brusk
15.50-16.30 Pirs û Bersîv

Dem: 2011.11.05- Şemî
Saat: 14:00
Cîh: Înstîtuya Kurdî li Stockholmê
Adres: Mogordsvegen 13, bv
143 43 Vårby Gård
Telefon: 073 685 02 56

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ezîz Xemcivîn

Baxê peyvan li ber te ye,
hilbijêre biskên hestan,
hilbijêre lavij û dastan,
hilbijêre çi demjimêr e,
besteya veşartina dilê xwe bidêre…
Li ber te ne,
stran û kaniya helbestan,
her guliyekî şevê bi bîrhatinên me dihûnin…
Hilbijêre hezkirinê li ser rûdêmên neynikî,
li ser zerdika gizingê,
girnijîna xwe bikole
û herdu destên xwe ji çivîka…

Rebhan Remedan
Piştî çend rojen kêm, 5ê Tebaxê/Augustê nêzîk dibe, ku salvegera destpêpêkirina Çepê Kurdî li Sûriyê ye. Rastiyek heye ku di dilê têkoşerên wê de cîhekî şoreşgerî yê taybet ji diyardeya çepgir re heye; çend ku Çepê Kurdî li Sûriyê di konferansa 5ê Tebaxê ya sala 1965an de ji bo Partiya Demokrata Kurd a Çep…

Fewaz EBDÊ

Rûto zû ji xew şiyar bû. Berî ku rok çavên xwe ber bi rojhilat ve veke. Berî ku rûyê xwe bi ava sar an a germ bişo, û berî ku li ber derî rûne û li çenteyê xwe yê piçûk li tiştekî bigere bîne bîra wî…

Bavê Zozanê

Du roj berê 26 .08.2026 kongirê yekem yê damezrandina Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê li Diyasporayê li bajarê Dûsseldorf a Alemanî bi navê Hejar Mûkiryanî di bin slogana -ber bi wêjeyeke Kurdistanî resen û hevçerx ve- hate lidarxistin.Û ez bi şanazî wek endam beşdar bûm.

Ev gaveke girîng e ji…