Li Hamburg, rewşa rojavayê Kurdistan

Şeva 29.10.2011an li bajarê Hamburg, nemînar li ser rewşa dawî ya kurdên rojava lidar ket. Ev çalakî ji aliyê Encûmena Kurdên Hamburgê (Platforma Kurdên Hamburg) hat sazkirin. Axaftvanê şevê du biraderên ji Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê (PYKS) Merwan Sulêman û Omran Husên bûm û li ser jiyana pakrewan Mişel Temo nivîskar Arşevê Oskan ji nêzîk ve şirove kir. Beşdarên semînarê ji perçeyên Kurdistanê yên din jî amade bûn û niqaşên berfireh li ser tevgera kurd û kar û barên di vê çarçewê de hat kirin.
Wek em dizanin ku ev 8 meh in şoreşa Sûriyê lidar e û rojane bi dehan welatî tên kuştin.. ji nav wan kuştiyan xwîna ciwanên kurd jî tevî xwîna şoreşvanên sûrî bû. Yek ji wan şehîdan rêberê navdar yê kurd Mişel Temo bû.. Axaftvan bi giranî li ser kongirê kurdê rojava sekinîn û zemîn û pêdiviya ku ev kongir li ser hate pêkanîn eşkere û şirove kirin.

Hamburg 29.10.2011
Platforma Kurdên Hamburg  
 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ezîz Xemcivîn

Kî li benda te bû
Kî li kolana dildariyê bendewara gulekê ji destê te bû?
Dildareka bêdeng im,
yarê min!

Evîndara bayê hênik û axa warekî me,
ne baskşikestî me,
ne bineka ketî me,
çima li şaneşîna evînê tu min nabînî,
yarê min?!

Roja evînê bi hêviyên neyar nayê girtin…
Sozên li hev badayî,
bi hêsanî…

Fewaz Ebdê

-1-

Ezbenî!
Herdû çavên te ji zaroktiyê re bexçene
Kenê te hêlana asîmên e.

-2-

Her ku li te dinerim ezbenîLanguage Resources
Zarokekî li paş sîberên salaln dibînim
Bi destê xweyî biçûk
evînê qenewîç dike.

-3-

Tu mîna zarokekî ji rîhanan hez dikî
û mîna ku hê nû te
temen vedîtibî
çîrokan dibêjî.

-4-

Çaxê tu di nav neviyên xwe de rûdinê
Temen kirasê xwe di ser xwe…

Dildar Aştî

Te rojekê
Kevirekî kelemî
ji rêçekê hilnekir
Te rojekê
Şûşeyekî şikestî
Ji ber lingên mendalekî ranekir

Te gulek tî
Di bexçeyê evînê de av neda
Te goleke meyayî
Li ramanê tev neda!..
Te berxeke windayî
Negihandiye nav kerî
Te pîreke rêwindayî
Negihandiye ber derî

Di şeveke bi tirs de
Çi nameya evînê te neguhest
Mafê peyveke tenê
Di civata padîşah de te nexwest
Te rojekê
Simbilekî ziviyê
Ji şewatê neparast
Ne li keviya rêyekê
Ne li…

peyv û helbest:Ehmed Tahir
Amadekar song:Alan Tahir

Li pêş me tev xefk û davin
Sed partî ne,hezar navin
Di nav wan de em winda ne
Piratîkê hemû xavin
****
Navê qelew,mal wêran e
Barê kurdan pir giran e
Çep û rastê me xet berdan
Em bûn lîstoka nezan e
****
Çend kursiyê pûç û rizî
Mafê kurdan hate dizî
Fen û pilan û pîlan e
Nan…