Helbest u pexşan


Ahîn Zozanî

Erê dayê weke îroj bû,
Li bin dara hinarê te berxikê xwe dilorand.
Min jî dergûşa wî dihejand.

Lê ne ev der bû,
ne ev mal bû,
û ne ev sal bû…
Lê va ye dîsan li bin dara hinarê,
Tu berxikê xwe dilorînî
Ez jî darbesta wî dihejinim.
Rondikên reben di zindana xemgîniya min de…

Nizar Yosif

Tariya şev ê
Tozek kil
Ji kildank a min
Di weşe
Ser bê sînoriya te
Ya ku li her kesî biyan
Çavên te vedibin !
Vebiriqandina heyvê
Her tiştî bi xwe re
Wenda dike

Konê min stara hêmî
Zivêriyek bê deng
Li çîtên kozikê dibê par
Lîsê min biser hev de
Qurmiçand
Di demek taybet de
Li şûna te gotin giriyan
Şîlan weriyan
Hevok ji hev ketin

Konê…


Demhat Dêrikî

1- TU NE HEZKIRINÎ
Min nedixwest ez wan peyvan di darbesta dilê xwe de hilgirim û ber bi goristana bîranîna ve bimeşim û goreke din ji kenderewînan re bikolim! Min nedixwest wan ramûsanên ser lêvan ku bûyîn çîroka xelkê bi kefenhestê xwe bipêçim û te radestî wê gorê bikim… lê çi bikim; awirên te, girnijîna…


Ehmedê Huseynî
ehmedhuseyni@live.co.uk

HARÛN:
Zarokên Amedê, dilên xwe li ser keviyên kolanan, wek gwîzan, dişikandin, li min û te dinêrîn û serokê xwe bi xwînê re diherikandin.
Min ji te re bi zimanê mirinê digot: diya min, aniha, li ser devê sînor, diçilmise, divemire, dilerize, demsalên êşa xwe dikuje, li xalê min Sofî Şerîf dipirse û kêla min bi…

Yasîn Hisên
Amûdê

Bi azarên lehengên romanan re
Min tu jî di nixumand
Û her xwendineke nuh
Tu jibîr dibûyî…
Heta ku leheng neman
Û nivîskar mir…!
Pêre leheng jî mirin…

*** *** ***
Hemû derewan dikin… ha
Hemû di hindurên xwe de…ne mîna me ne
Hemû sebra xwe bi me tînin…bi jiyanê tînin
Çavsoriyê li me dikin…tew xwe dikin peyamber…
Erê.. ev peyamberên rûmetî ne…
Ji civaka bê rûmet…

Hoşeng Osê

1Berbang dilîranad û digot:“bûkê.. delalê.. rabe xwe karke.. zava şêrîne.. xortekî pake”…

2Ji zindana te, ewqas hechecîk firîn, ta ku esman saw girt, ta girt û lerirzî.
3Mîna karxezaleke serhildêr, te quloçên xwe di kezeba kujeran de rakir, di çavên şevan wan de rakir, û ber bi hêlana esmanan ve reviyayî. Te qet ji xwe re…

Rêzan Murad

Pênûsa hejar
Bi kul û xemdar
Bi êş û bi ar
Îro b i r î n d a

Pênûsa xemgîn
Bi xem û bi şîn
Ceger bûye xwîn
Îro d i l b i r î n

Dakev liser pel
Li ser her û wer
Bi weş xemê dil
Ew birîn û kul

Wan hêsirên çav
Ew…

Bavê Helbest

Ji şêrîn re
Evîna ne ji bîrkirî

Dema ku Şêrîn
di çavên min de
dikelya
Li ber dergehên
civînê
demê xwe dida hev

dema di çavên min de
digerya
Li ber dergehên
birînê
ji me dik re rev
civîn geryayî
em dilorandin
ditepandin
diherikandin
pengizandin
diparastin
ji çavên
Kewa
Kewa
Kewa
Kirasekî renge reng
li bejneke zirav
taze…..spehî
li dîlana evînê
şev şemitand
Li ber bayê
sibaaaaaaaaa
sozek
du soz
sêyemîn
sînor çirandin
Li vir
li wir
sînor talane
payîzan pel bi pel
xemilandin
hahoooo

dîrok e
gelo berdewam e..
???????????????
Hê………. erê
Erê ….. erê ….. …

Ehmedê Huseynî
ehmedehuseyni@live.co.uk

Bi gavên te re, darên ku di çavên te de dihejin, yên ku li ser milên te, di sira bayê gulanê de, xwe li ba dikin, dihejmêrim..
Di sînga xwe de, careke din, kavilan dinijinînim û sûcdariyên xwe yeko yeko dixwînim, bi destên xwe hişê dîrokê radigirim û ferhengên dilê xwe bi ava jibîrkirinê…

XEMGÎNÊ REMO

Buharek bi keseran raxistî
Kulîlkên xema
Di dilê min de dibişkivîne
Xewne rojan dike morîk
Û bi gerdena şevê vedike
Şev xatûnek bê denge
Padîşahek çelenge
Ez çendî ji pora wê ya tarî hezdikim
Ku xewnê minî tazî dinixumîne
Keser û xwezîyan
Li hev dibanîne ….

Şev pezkovîyek bi gone
Kelecana hevenda
Di damarê min de dijenîne …
Û heta ku gelawêj hiltê
Ez şopa pêyên…