3 ê Helbest


Şêro DALÎNÎ

Pirs .. û bersiv .

Pirsa min ev bû : tu çi ji min re dibêjê piştî qurimîna çav û hestan ..
Gote min : Bersiva min jî eve : ezê destmaleke sipî bidim destê te
Min got : hewceya wê çiye ?
Gelo ezê li sergovendiya xwe wê bihejînim yan jî hêsirên bê dumahî li pey çûna te pê zuha bikim  
Gote min : nizanim ??
Ez mame termekî ji germaya destê wê hingivtî .
MIJÛL

Di her kildaneke çavên te de
Hezar car di şewitin hest
Û min laşê xwe kiriye cila nimêja xwe
Her roj ayeta li laşê te dixwînim .

Bi şev

Li cem me ..
gera bi şev qedexe ye û  dibe ku ya diza bê ..
di dilê min de heye ku xwe qedexebikim
û bême diziya du lêvên te ..
li ber deriyê mala we ..
di dema razana çav birçiyan de ..
riwê xwe bi boyaxa lêvên te bişom ..
destên xwe bi newqa te ve êsîr bikim ..
hestbikim çendî tu ciwan û nazikî ..
mestbibin û bibin peykerek .

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Xizan Şîlan

kirasê xeyal û hestên germ

li bejna helbesta qefilî

dipêçim

rayên êşa dilê xeşîm

li nav parsûyên sînga qelişî

gurpegurp in

ji laşê temenê sefîl

xwîna birînên kewnegirtî

diniqute

dîwarê hêviya pêşerojê

hilweşiya

roj li hingura êvarê

<p style="text-align:...

Ebdilmecît Şêxo

Ji stêrên çavên

Hêva min

Ji kenînên stêrkên

Amedê

Mehabad

Duhokê û

Efrînê

Ez wêneya şêrekî pîdar

Bi tiliyên Xwedayê Evînê

Di nav herdu pîsîrên te de

Nîgar dikim

Dilê min bi dil re

Çavên min bi…

Em hemû nivîskaran agahdar dikin ku ew dikarin nivîsên xwe yên bi zimanê Erebî û Kurdî bişînin da ku di jimara duyem a Kovara “Soryaz” de werin weşandin.

Ev beş hene: (Dosyaya Jimarê, Lêkolîn, Nirxandin û Xwendina Pirtûkan, Wergerandin, Mijarên Jinê, Dîrok, Sînema, Şano, Muzîk, Folklor, Ragihandin, Gotar , Çîrok, Helbest, Raporên…

EBDILBAQȊ ELȊ

Di nav tevlihevȋ, alozî û qeyranên ku herêm di nav de ye, “medyaya Qeyranê” wekî amûreke bingehȋn ȗ sereke ya birêvebirina raya giştî derdikeve pêş. Ev celebê medyayê di demên teng de tê ezmȗnkirin; çimkî dema ku karesatek an pirsgirêkek çêdibe, mirov hevsengiya xwe winda dikin û li her agahiyekê…