Ger tu li gel min bî delal


Şêrzad Zeynelabidîn

Ger tu li gel min bî delal , yek pakî min bi dinê nîne
Her evîne ya may zelal , serokanî tev şêlîne
Bihara min tu yî herdem , wekî rojê ser helîne
Te peymanek dabû dîlber , kanê sozê tu bi cîh bîne
Ev dile her dem ê bi azar , çenk û perr jî di sotîne
Bila rehmek li me bi barîtin , ku lêvên min di têhnîne
Were ber sîbera kevra , Kurdistan warekê hîne
Yê nezanît bêhna biha , bawer bi ke y har û dîne
Bihara terr bi mij û moran , zivistana me befrîne
Dilê jar nê herê li taqe , were carek li vir rûne
Wesa sivik li ber dilî , ma êk wek te ya şirîne
Derî ke suhbeta çava , dilê xwe qed ne xapîne
Ku bersfk dûkêlê girtin , car û bara helbijîne
Li neyara qed ne zivrre tu , tu di zanî ka ew kîne
Çi bekrok lewçe û çivêlin , hemî pêgve di lewtîne
Wek hêstra mêşik hat yê , wekî stênga di êwirîne
Çi ser hişk û hem nezanin , dilê wan ê bi kerb û kîne
Wek dara hişk dê bêjî ku , ev  neh deh sale di mirîne
Qey başyê qed na bînin ew , dilê kore çav peqîne
Çi dermanê vê dil reşyê , ji rêkê ew tehsîne
Were cîhana dildara , ka zozana tu bi çerîne
Kurdistana me rengîne , dol û nihal feraşîne
Were zalim da te bi bînim , cergê bêzar dilê bi xwîne
Eger hêşta ne bişkurrî , dê min ji vêrê rateqîne.

25-10-2010
 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Silêman Bavê Sîpan

Ez Kurdim, li her derê
Nabê tiştek min biguherê

Ev zimanê min Kurdî ye
Min ji dayika xwe girtiye

Ne bi tirs û ne bi şerm
Serbilind im ez her dem

Kurdim ez, ji kok û reh
Kurd dimînim li her cih

Kurdî bo min,ne zimane
Ew dîrok e, ew jiyan e

Ew dengê bav û kalan e
Ew stranên…

Ezîz Xemcivîn

Kî li benda te bû
Kî li kolana dildariyê bendewara gulekê ji destê te bû?
Dildareka bêdeng im,
yarê min!

Evîndara bayê hênik û axa warekî me,
ne baskşikestî me,
ne bineka ketî me,
çima li şaneşîna evînê tu min nabînî,
yarê min?!

Roja evînê bi hêviyên neyar nayê girtin…
Sozên li hev badayî,
bi hêsanî…

Fewaz Ebdê

-1-

Ezbenî!
Herdû çavên te ji zaroktiyê re bexçene
Kenê te hêlana asîmên e.

-2-

Her ku li te dinerim ezbenîLanguage Resources
Zarokekî li paş sîberên salaln dibînim
Bi destê xweyî biçûk
evînê qenewîç dike.

-3-

Tu mîna zarokekî ji rîhanan hez dikî
û mîna ku hê nû te
temen vedîtibî
çîrokan dibêjî.

-4-

Çaxê tu di nav neviyên xwe de rûdinê
Temen kirasê xwe di ser xwe…

Dildar Aştî

Te rojekê
Kevirekî kelemî
ji rêçekê hilnekir
Te rojekê
Şûşeyekî şikestî
Ji ber lingên mendalekî ranekir

Te gulek tî
Di bexçeyê evînê de av neda
Te goleke meyayî
Li ramanê tev neda!..
Te berxeke windayî
Negihandiye nav kerî
Te pîreke rêwindayî
Negihandiye ber derî

Di şeveke bi tirs de
Çi nameya evînê te neguhest
Mafê peyveke tenê
Di civata padîşah de te nexwest
Te rojekê
Simbilekî ziviyê
Ji şewatê neparast
Ne li keviya rêyekê
Ne li…