GURZEK PEXŞAN HELBEST JI ESMERA BAKUR RE


Demhat Dêrikî

1.Esmerê; xuşîna sûlav rondikên li ser dêma diherikîn kûrhiya şevê… û welatên serpêhatiyên şahî û bedewbûnê di nava dîmenên ber bi sêdaran ve dibirin konên şînê li paytextên dilan vedidan û zarokan strana sêwîbûnê li bajarên winda bûyî distarandin… û ez jî, li vî welatî koçberekî bê nav bûm!…
2.Esmerê; dilê min li ser çend çiya bû xewnerêwiyên ramûsanên lêvên te û di çend bagerên zagrosî de dilê min dibû deh parçe û te dîsa ev dil bi meya avcanperiya xwe dikir dilek? Her ew dil bû, di janên Amed, Qamişlo, Hwelêr û Mehabad de, dibû hezkeriyê nalînên te! Çi bikim, ger tu penceşêr jî be her ev dil yê te ye esmerê!

3.Esmerê; bi kenên xwe xewnên me serjêdikin! Bi keda me xaka me ducan dikin û zarok ji xwe re dibin! Li ser qada sing û berên zeriyên me piyalên serxweşiyê bilind dikin û şevên welatê me ji keçkaniyê dêxin û em wendayîyek bê navin! Qaşo em xwe nas dikin, lê di hembêza xwe de mar û dûpişkan temen dirêj dikin!..Û dîsa em koleyek çarenûsa bê navnîşanin!..

4.Esmerê; li” cejna”li min kirîn”cejn”neh dilop rondik ji dil û cergê min çav dîl girtin û bûn neh çemgirî li ser dêman herkîn tevlî reşkonê şîngirê xaka min bûn!..Lê Colamêrga min bi kiras û xiftan û ken û zimanê dayîka min, neh gul kirin alhêvî û ber duh, îro û sibe ve meşîn, wê demê di dilê min de neh gul bûne neh gulistan esmerê!

5.Esmera bakur; ji Amedê re, ji Farqînê re, ji bajar û bajarokên xwe re bibêje; bila rengê Colamêrgê li xwe bikin, dengvedana wê di awirên xwe de bikin keskesora kenvedana çirayên Medan li Mezra Botan! Bila deh darbastên wê li milê xwe kin û bi tlilîyên zimanê dayîka min di sirûdên Mezlûman, Xeyîriyan û Kemalan de ber bi xakê ve bimşein û ala azadiyê li ser sing û berên te bilind bikin!

6.Esmera bakur; hemû rêdilên min bi coşa pêlên çembuharî ber bi welatê dilê te ve tên da ku ayatên dilovaniya ciwaniya te hembêz bikin. Lewre, her ayatek ji pirtûka evîna welatê te çirayeke di tarî rêdilên min de, esmerê!

7.Esmera bakur:Min dixwest nanê te di tenûra dilê min de bê pijandin û tu di şevê min de li ber stêrkên çavan bi kenê min têr têr bikeve xewna welatê beybûnan ku ew welat ez im esmerê!

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Dr.Phil.Ebdilmecît Şêxo

Di nêrîna min de baştir e ku em helbestvan bi kurtî di çend rêzikan de bidin nasîn:H.M. Hebeş di sala 1970 de li gundê Şiyê,gundê helbestvanê nemir Hamid Bedirxan li navçeya Efrînê, Rojavayê Kurdistanê ji dayik bûye.Ew jî mînanî pir hemwelatiyên Rojavayê Kurdistanê ji ber zor û setemên rêjîma dewleta…

Kongreyê sêyemîn yê Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên kurd li Sûriye, roja 23.08.2026, li bajarê Essen li Elmanya, bi amadbûna hejmarek ji endamên Yekîtiyê, û bi beşdarbûna hejmarek din ji endaman ji çend welatên din bi rêya zoomê, hat lidarxistin.
Pêşî çend raportên rêxistinî, çalakî, û darayî, hatin xwendin, piştre giftûgoyek li…

Fewaz Ebdê

Were xanim!
Were!
Da ez hemû şkestinên xwe
Revecengên xwe
Di çavên te de bixwînim
Kirasê dîroka xwe jê bikim
Cugrafiya çavên xwe
Di awirên te de dorpêç bikim
Dema ez
Li çavên te dinerim û
Di kûrbûna wan de noq dibim
Bi girafêtê
Qirika Selahiddîn dixemilînim
Riha wî kurt dikim û
Li Waşintun, Mosko û Berlînê digerînim û
Geh
“Igalê” dikim stukura wî û
Wî li…

Ofîsa Civakî ya Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyeyê bi êş û xemgîniyek mezin nûçeya koça dawî ya hunermend Gulîstan Tahir-Sobarî bihîst, ku şeva çûyî koça dawî kir, û mîrateyek hunerî dewlemend û bîranînên hêja giranbiha di dilê malbat, xizm, dost û heval û hezkiriyên xwe de hişt.
Xwedê jê xweş…