Emer Isma`Îl
Kale mêrek di bin sir û seqema
Zordariyê de dilerizî
Û bi ser kopalê xwe de dihilweşiya
Bi pêl pêlokên demê re dibêje
Kurên min bixwînin .
Perîşanekê kurd dilopê
Baranê xanîk û zincên
Xirakirî di nav şapê de
Bi awirekî kelegirî dibêje
Kurên min bixwînin .
Dayîkek jinobî bê çenk û per
Bi xemla kirasekî pîne kirî
Keziyên…
N.Beyro
Welatê min çi xemgînîLi ser te ax û fîxane Sirûdek bê dil û jînî Vedenga wargiha jana
Şemal û finde bajaranDikir ronî sedê salanDi reş tarî de tu mayî Siya poşî ji wêrane
Xwerist şînî çi pir şengîTu navdara xudan dengî Di bakir ma heya kengî Fîxan û qîr û halane
Çiya û deşt…
Yasîn Hisên
Amûdê
Piştî deh salan…
Me hevdû dît..!Li welatekî sarMe destên hev diguvaştin… Û Çavên hev radimûsandinDigote min: Min Peyalek şîr divê…
Li wî cihê efsaneyî û sarCareke din çavên min guvaştÛ bi ramûsaneke dinBi germî digote min: Em ê vegerin…
***
Hevalekî min helbestek bideng ji min re şand
Dengê wî, perçak ji helbestê û buhuştê bû…
Bangdikir: Ger ez mirim…….
Payîz…
Dr.Barî
„diyarî bo gulên nisrîn“
Ev Şev ne ji rêzê ye
çav westiyayî xewê ne
lê li ber xwe didin
çimkî evînî ji gundê me dibare
bêdengiya li ser evrazên tenahiyê Şikest
peravên buhuştê xuyabûn
te di nav de dibînim
nêrgzên min barkirin
ji fedya hebûna te
hey nêçîrvanê peyva bêdeng
nema toran vede
êdî hemî awir
bûne dîlên evîna te
dema lezok
sitûnên niiiiiiiimz ta ezmanan
hew têra evînê…
Amir.x.murad
payızek tenê nıkarê mın hışkbıkê
buharek nıkarê bıdê mın rengê şîn
ez tıcar helbesta xwe kın nakım go ez
xwînê bıservekım û hêstır bıkın şîn
* * *
ez evîndarê teme lê bıla navê te nekın zîn
heye xaka gorna werê û darka beko bêt vejîn
ezmanê tarıya dereng stêrka geşnabê bıhejîn
çavê mınî na rakevê yar ser çavên xwede bırjîn
* …
Şerzad zeynelabidin
Bêy te bê cejn û biharim , bêy te her yê sare dil
Van axînka birm û xarim , derbeder bê ware dil
Dil rêvinge li şeva tarî , spêde qed xoya nebû
Çi doman û mij û moran , çendê bê heware dil
Gaveka ku te nebînim , ger bizanî hal çîye ?
Dozex û êtûn û agir…
Lazgîn dêrûnî
Ey şêrînê nazelînê
Nû ciwanê gula zînê
Sorgula baxê evînê
Lêv şekirê rû befirê
Min di kujê bi awirê
Qey ti halê mi nabînê
Kezî marin tijî jehrin
Li ser mila ber bi xwarin
Ewin dermanê birînê
Du çavê reş zimanê xweş
Dil aşiqê wî riwê geş
Memê teme were zînê
Gulîzerê rû fenerê
Weke rojê di dê derê
Bejna…
Eziz Xemcivin
” Ji bo canê şehîdê azadiyê Idrîs Reşo”
Zavayê xwînşêrîn,
bi xemleke kurmaciya rengîn,
bi tihna ramûsana evînê,
risteke werdekên jînê
li ser qiraxa qerdena te diçurisin…
Çi qas sor î ey keder,
rengê birînê
biherike … biherike…
Ey canê pak li ber kelecana te
şitlên azadiyê şîn dibin…
Kulîlkên ala me
Ji bin kevirên zordestiyê dibişkuvin…
Dîsa bi tîpên zêrîn,
qiraxa çemê sor dipelînim…
Hêsirên rengareng bi kesera xwe…
Bavê Helbest
Silêman were pêşwaziyê
vaye mêvanê te hatin
Silêman
Xortin ciwanin
Ji dilê welatinNû hatî zavane
Silêman
Şêrênê dê û bavane
Nûnerê miletin
Silêman
Mûma pêxe Gula raxe
Dîlana newrozê
Li firdewsê
li darxin
Silêman
Ger qedexe be
Nîşana cejnê
Kefen pêxin
Silêman
Mêvanên te
Mêrxasin mina te
Sîng li gulane
Gule barane
Silêman
Mêvanên te
Deng dane
Qamişlo mizgîne
Mêvanên te
Li ser doza hebûnê
çirisk di çirisînin
dilê me yê birîndar
bi hêviyan derman dikin
silêman
bi…
Nisrîn Ehmed
Ev sibeh, ne ji rêzê ye.
Cav, ne evêndarên xewê ne.
Evînî ji gundê me dibare.
xewn û xeyalan, dîwaran wenda kirine.
Bajar, di evrazên tenahiyê de avabûne.
Keştî, ber bi peravên buhiştan ve diçin.
Pêjna te tê û tu ne xwiyayî !.
xwe disperim siya nêrgizên hewşê.
Nû, cavên xwe ji adarê re vekirne.
bihna wan, bedewiya wan, dêmê te…