Helbest u pexşan

Perûka min

Zahid Mehmûd

Va   te  pertew  perûkirî
Ber  bi  sewgir ve  dibirî
Giyan  û  dil  nû  şadkiri

Kêşa  rewa  bi  rêve  birî
Bendewarê  dîtna  te me
Nexşe  war  te  diyar kirî
Şevbuwêrka  min qediya
ring û şewqa xwe hilkişî
Hêvî  û  raman  û moral
Tev  geriyan  dê tu werî
Nevşe û sitiran va xweşdibin
Pişt  dane  xewnê  lerizî
Perûka min deng vedaye
Va    çirawîska   rêdikî
Bendera nav cawîdane
keştiya min hembêzdikî
Cerdevana  doz  rakirî
bo arana tû vexwndkirî
Nijdevana  pilan  danîn
Salûlê  wan  min vekirî
Kelemê  dagirker  danî
min pirijandî bi dest û tilî
Gazinê  pûç min qirkirin
tor û davê te cawbirkirî
Hewar  bi dawî di hatin
Hebûna  te  ber çavkirî
Pakrewan min nîşankirin
dayik  û  yar   silavkirî
Teybetî û kesatiya xwe
gorî   felata    te   kirî
Dest pelandim çav gerandim
Feraşîna   te   bêhinkirî

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…