Helbest u pexşan

Nizar Yosif

Em di dîdarên adarê de wêneyan çêdikin
Em di rojên wê de
Rojbûnên lehingan vêdixin
Adarên me îşkin ji bû mirinê
Avdarên me ji zayînan pîrozin

Rêveçûnan di zikakan de mûm dadan
Roniyê bang li azadiyê dikir
Xelexozikan perdeyên şermê ji ber şevê hilandin
Li ser adarê de xwîn barandin
Bihara wê avdan
Dengê stiranan
Çenga milan
Bangên tirsê ji…

Tengezarê Marînî

Ez vê helbestê bi boneya bîrhatina 12 Avdarê, serhildana rojavayê Kurdistanê, diyarî hemî shehîdên serhildanê û shehîdên berê û yên îro, ku di buyera teqîna terorîstane de, ya diltezîne ya Qamishlo de giyanê wan çû asîmanan. Her bi vê boneyê spasî hunermed Shîraz Çeto dikim, ku bi karê pêkanîna huneriya wê rabû. Bila giyanê…

Diyarî ji helbestvanê Kurd Taha Xelîl (Bavê Helebçe) re

Konê Reş

Adarê!
Dêmê Qamişlo
Di pencereyan re
Xuya dike
Di nav lihevketina pêlan de
Bi ser me de
Dibare

Di çîrokên bahoz û xemgîniya demê de
Şil dibe,
Bêrîkirin jê di fûre.. Û
Çepel û megrûdî jî
Hewil didin ku
Canê xwe ji
Netebitîbûnê aram bikin û
Xwe ji şewatê bi parêzin..!
Adarê!
Di sibehên te…

Kerîma Reşko

Helebça
zarokatiya te tê bîra min
Kenê te, buhar li ber dipişkivî
Mîna ferîşteyan bû tenikiya dilê te
Mîna stêrkên çurustî, hinarkên ruyê te bûn.

Çavên te yî mezin mîna şitlên kurdistanê
Gelo çawa dikarîbûn ferîşte kuştin?
Dîsan, Helebça hat kuştin
Digrîm, Cîhan ez digrîm
Çawa Cîhan tê kuştin?
Yê tu dayî kuştin , ew hov in
Ew nemirov…

Konê Reş

Çendî tu ji xwe bawer bû, ji miletê xwe piştrast bû..
Dema te kelek berda nav deryaya kul û xeman..
Ey serokê welat, welatiyê serok..
Barzaniyê nemir!
Zindiyê her dem û warî, birêzê wate û şirovekirinê..

Asoyê dûr û dirêj, dengê birûsk û tavan, hêviya mişextî û penaberên ku, çavnêrên sibehên welat in, silav, silav…

Mihemed Ebdê

Keçika xwîn şêrîn Lorîn
Xwediya wêneyê xemgîn
Di şûna wê de maye êş û nalîn
Ew bû hemî hêvî û vîn

Ji bo te ta îro dil mane birîn
Penceşêra ku bû evîndara keçika nazik bi navê Lorîn
dijmina canê mirovan penceşêra
Ma çi dil li ser te ye ?
Penceşra ku tim sdema şîn, derd û kulan
Çend mirov te…

Mihemed Hesko

Li asîmanê xwezî û daxwazên min
ro ve dimir e
stêr dirjên
pêwer winda dib e.

li tenişta te…
qîrînek e bê deng
karawanê axîn û keseran dide rê
dilê min
liser perengên gumanan dipirpit e
û perdeyên dil
liser strî yên ne nasî yê dimelisin
koçberî ya hiş û can
bi şêtî û matmayînê
dest pê dike!…
dema ku hevdak a şil
ji deriya ya…

Kerîma Reşko
Soza me ya bi hev re da
Pêk nehat
Nizan im sedem çibû
Ez bûm an tu bûyî ?

Yan jî , bêdengî ya min û te bû ?
Ez westiyam li benda te ..Cano
Ma tu min nabhîzî
Tu li ku mayî
Tu li ku mayî
Ezê barkim ,
Ezê birev im ji vî warî
Dîroka evîna min…


Kerîma Reşko
Hestê zarokên surîXwedayo ..sê sal çûn, îro jî salek nû dest pêdike , îro sersale ,lê cejin tuneye .Sûrî birîndare bê çare ,xwarin tune , elektrîk tune , tiştek tuneye .

Bavê min girtiye ,dayka min kuştiye ,birakê min hundabûye , girtiye yan kuştiye ..nizanimLîstika min parçe parçe bûye ,, ez tîme , birçîme , tazîme ,,li…

Elwan Şivan

Min û te li ser kavlên gund
Kevok di firandin .
Bi shevêre me Stêr dijmartin
Lê te bersiv neda

Gundîya li destê sibê
Tajî û Tolek bera hevdidan
Min û te di pêshberkêde
Dans û dîlan dikir
Û dîsa te bersiv neda
Carshemba Resh li Girê Qersiyê
Dost û yara di quntara Qersêde
Civate evînê di gotin
Min…