Helbest u pexşan

Heyva Gulanê!

Konê Reş

Gulanê!
Ev çi ewrê reş e,
Tu di ser asmanê bajarê min re
Dibî û tînî?!
Çima tu dêmê xwe ji xelkên bajarê min Qamişlo

Diguherînî..?!
Nakokî, dubendî û berberiyê
Di nav xelkên min de
Gur, bilind û sor dikî..?!
Gulanê!
Tu heyva gul, kulîlk û çîçeka ye..
Heyva çûk, çivîk û şalûla ye..
Heyva aramî, tenahî û evînê ye..
Gulanê!
Bela kes navê te bi kiryarên şaş û çewt
Ne lewitîne,
Rengên gulên te, bi rengê xwînê
Neguherîne..
Gulanê!
Çendî ji van rojên te bi tirsim!
Ji rengê gulên te yên sor bi tirsim!
Çendî bi hêvî me ku xaka welatê xwe,
bajarê xwe, bi tovê gulpsî û gulzeran
Bibînim û
Ev reşewrê xerab yê ku
Xwe di ser bajarê min Qamişlo re vegirtiye,
Biferike û nebînim.
Erê biferike û nebînim.

Konê Reş, Qamişlo, 19.05.2014

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…