Senar
(Mûsa Qulîkî Mîlan)
Têhran 1378
Mîna wardeka delal
Warin em hêdî hêdî
Herin ser gola zelal;
Cûm bibin bin avê da.
Bê qirteqirt û bê dengHildin xuslên reng bi reng:Xusla çavnebariyêXusla biran kujiyêXusla xwînrijandinêXusla nehebandinêXusla duberekiyêXusla lewta hovtiyêYa dek û gelaciyêXusla pêpeskirina-Mafên mirovahiyê… Dû ra bi misînek av,Bigrin destnimêja pak.Raxînin rûyê erdê,Şalika biratiyê.Paşê bi eşq bixwînin,Em nimêja aştiyê.
Mehmûd
Badilî
Nuha..
çik
sayî ye asîmanê te
nema
ewr li asoyên te
difirin.
nema kevok paskên xwe
bi xunava heyva te
dişon.
Te barana xweli çi deverê ji bîr kiriye…û di çi dilî dete mija xwe nuxamtiye. Anuha..ez û çend kalemêrli ber taweşiya serma destê te,siya dîwaranli zuhabûna xweziyêdibanîninû keçikên tedi zîqezîqa toza te deweke şilfiya nanli peyarên te yên bêxwedîpeyvên tazî dialêsin. Ma tu hîna…
Lazgîn dêrûnî
Ey welato çib
te hato ey felek
Dijminan hawîr
li ta kirna xelek
Parçebûn ma qey
ne besbû ey hewar
Kuştin û ferman
bi ser da bê jimar
Dêrsimê him Agirî Kurd qirkirin Jin û zarok bê serî û şo kirin Him Helebça pêre Enfal çend hezar Bûne dîrok qet ji bîr nabin ticar Dîse şingal ew birîn…
Senar (Mûsa Qulîkî Mîlan)
Eylûl
– 2002
Seh dikim ku rojekê,
Ji dorhêla Rojhilat,
Navbera Dicle, Firat,
Weke dewrên bihurî,
Wê porê me, şe bike,
Wê dilê me geş bike;
Sirweya azadiyê.
Ewê berê xwe bide,Besta hişka rojava. Wê li pey xwe bihêle,Tim gêdûk û astengan. Wê bi xwe re bihere,Ewrên gorîkirinê. Wê demê dê bibare,Barana hizkirinê,Barana dadmendiyê,Barana hêminiyê,Barana wekheviyê,Barana azadiyê. Yeksanî û ewleyî,Tevî dêmokirasî,Bi mafê azadiyê,Wê bigîjin her…
Vejîna Kurd
Ji Hilma beyabanan
Dîlana yasemînan mepirsin
Ji kulîlkên ji qelşên zinaran derketine
Kenê buharê bipirsin.
Ji dara tuyê ya rût
Ramûsanên bayê zivistanê mepirsin
Ji çiyayên bejnbilind
Rengê lêvên mijê bipirsinJi şûşeyên meyê..
Rondikên goşiyên tirî
Û nalîna rezan mepirsin
Serxweşiya dilan ji meynoşan bipirsin.Tûjbûna kêrê
Ji jana birînê mepirsin
Beravêtina xewnan
Ji bêdengiya şevê mepirsin
Zerbûna mirinê
…
Merwan
Berekat
Hembêza siruştê
Mişt e ji hilma gulan
Govend û semaya xweşhilmê
Ji paşela deşt û newalan
Kulîlk mest inJi bihin û xunavêJi xwe xweştir e.. ezmanGerden bi keskesor Û rîşiyên baranêSibehên dêmliken Keçane û awirnaz inpertavên rojê Şad, dîn û mest in Pêlvedana ramûsananGer nêrgiz ji qurnefîlêGger beybûn ji bûkmezavê Û ger lale ji zinaranDi guhên çiyan deBîst û…
Konê Reş
Cejnê Cejnê Cejnê
Xanê rok hat bejnê
Cejna Newrozê ye
Serê nû salê ye
Va dar dipişkivin
Çiya dixemilin
Bi zer û kesk û sor
Bi riçinê wek por
Çûk çivîk dixwîn in
Hêlîna datîn in
Dil lêdide bijen
Xwerist dibe bi ken
Mirov dibe rûgeş
Jiyan şêrîn û xweş.
* * *
Cejnê Cejnê Cejnê
Xello rok…
Narîn Omer
Buhar tê pêre tê Avdar
semadarin kulîlk û dar
Gelê kurdan bi şêranî
dixemlînin dilê mestyar
Li benda wê mirad xwş tênmirada em kirîn navdar Bi karê wî lehingê pakXetîrên agirî wek ar Hesinkarê xwedî halanbi halanî dikir hawar Erê kurdno bi şehyanîemê çêkin Welat û war Ve roja nû helat û hatbi Newrozê me kuşt zordar Wiha kawa gelê bindestji xewna reş…
Senar
(Mûsa Qulîkî Mîlan)
Adar-2002
Îro ro gişk xeyirî,
Îro hîv ma xewê de,
Esman ji reqînê ket.
Topa axê cemidî,Bayê bakûr sekinî,Bilbil ji xwendinê ket.Belgê daran çilmisîn,Avên çeman sekinîn,Pirpirok firînê ket. Xeniqîn pêlên behran,Ax, landika jîna me,Mixabin hejînê ket. Reş ximama mirinê,Tevî barana xewê,Îro girt ser Helebçê. Mirovan bi neçarî, Destên xwe berdan ji hev,Roja Helebçê bû şev. Îro Helebça rengîn, Bû mala derd…
Lewend Dalînî
Dema reşaya çavên te pêlên xwe,
Li min dan!?
Birîna dil qemûşk girt, û
Sonsin di asîmanê min de
Pişkivîn!? û
Dû demîn dibûnn!?
Di naveroka çavên te de,
Hêvîyên dilê min
Sipî şîn dibûn, û
Bozê rehwan,
Di newala du reş marên te de,
Dest bi cirîda dikir!Têhna reşaya çavên te
Tîr dibû, û
Zîz bûnê diçirisand?.
Kelek bê…