Bajar ê bê miradan

Nizar Yosif

Bajarên şînê
Canên şikestî
Ev dil ên zivistanê ne hiştî bi Biharê şa bibin
Di davikên pîrepinan de
Bê pirsiv mane
Li pey kefenên xwe dibezin
Neynik a çarparçe !

Derûniyên me
di parçeyên Tava xwe de şehitandin
Lê xuhdan a rastyariyê* ne şemirî.
 
Bîr ên dil ên me
Ji guvaşa giyan ê me tije bûn
Pel şewitîn
Pênivîs şikestin
Zevî ji lawan zuha bûn  
Roj li ber piyariya* Ewrane
Da ku bîranîn ên kevnariyê
Ji rastiya xwe bikevin
Pinî* yên me yên sedemî vajî bûne
Her kes gazindan,
Feryadan,
Lomeyan.
Lorandin ên me bêguhdan dibihîzin.
29.08.18
________________
Rastyarî : Rastok.
Piyaî : Diloanî/ Rehm.
Pinî : Sir.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…