Helbest u pexşan

Nizar Yosif

Xweşawaz ji tilûran na hatin bihîstin,
Û wênegeşî ji zemînê çilmsîn,
Pêkolînên min yên fêr nebûyîn di lerizîn.
Germiyê ji gewde barkir,
Li te geryam!

Hemî asêgehên xewnan vedikewişandin,
Evînê pirs ji min di rijandin,
Ji rêwî yê li veqetandin ên rêyan berze bûyî,
Ji guldankên bê sûd çewisîn,
Ji gewher ên weşiyayîn,
ji gerdeniyên keçên kûvî bûyîn,
Min di pirsî?
Bersiv…

Alan Hemo

Yabo raze tu pir westiya
Karê te kir em dan ser piya
Pasbanê deriyê mezin
Em bê ard û êzing nehiştin
Yabo tu raze …

Havînî, dest siya darê
Zivistanî, dil êzingê germê
Em bêkêr bûn, karê te bûn
Nezan, êşa dilê te bûn
Yabo tu raze …

Raze yabo li me liv û şiyarî
Kar li ser me sivikin vî…

Ebdilmecît Şêxo

Dûrî we,
erê dûrî we,
lê pir nêzîkî we jî,
tenê sermiyana min belengazî ye,
tenê sermiyana min hêvî ye,
tenê sermiyana min dilopên xwînê ne,
û dilek di singê min de dikele.

Erê zarên min !
çirên dorhêla min vemirîne,
tenê stêrkeke min li ezmana heye,
em bi hev re mijûl dibin.
Erê zarên min !
tenê çend peyvên min
ji we re diyarî ne,
ji xwe re bikin gurzên gulan
û…

Mahîn şêxanî

Ez bêriya te dikim
bêriya dêm û devê te dikim
wan lêvên kurmizî…

dilêmin dixwaze
di sînga te debe
Ji çavên min xwe vedizî
***

rewanêmin bi rewanê tere
mina du kewan
di hêlîna xwede gevizî
***

dem rawestiya
sitêrk barîya
ser laşê tevizî…
***
Şîvan raket
blûr jê ket
mexelbûn mêh û bezî
***
cîhan tarî…bê deng
kurb…kurba dilêmin
bi cendekê lerizî…
***
dibêje:
min bêriya te kirye
dem wa bimîne xwezî
***

Alan Hemo

Li keviya vî bajarî
Mijûle dil bi hestên revyayî
Nizane kî ji kî reviyayî
Li xwe mikur tê, tenê wendayî

Wendayî cûrbicûr in
Jê bi lingan û riyên dûr in
Jê bi dil û hêviyên kûr in
Û jê bi mejî û hizrên bûr in

Ji zaroktiya xwe re lorand
Diltî gencîtî li xwe bûrand
Kalê dinava xwe de hejand …
Bimre…

Narîn Omer

Roja zimanê kurdî bi helbestên zarokan gulgulî dibe
Pênûsa min heval e
weke find û şemal e
Riya min ronî dike
reştariyê dimale

Tênûsa min xemlîn e
ji bêje û peyvîn e
Ew e dilê ramanan
jiyane him vejîn e

Bi Pirtûkê hişmend im

Mehmûd Badilî
Hîna li cihê xwe yeew darika miradanû rê jî hîna di ber re dere Ew terîşê sor yêku me bi hev re

bi şaxekê ve girêda hîna li ber bayê li badibe bi rêbiwaran re dikenedilê kesên bê hêvî direvîne û evîndarên dilmayî gurêxî raperînê dikeHîna ew terîş ne riziya yeû hîna li ser wê xwêdana destên me tere Li…

Xizan Șîlan

arzûyên
li ber bayê felekê ketî
dara bextewariya biharên
pel weşandî
qêrîna gewriya bedenên
şewitî
û stûyê mezlûmên
bi kindira sêdarê ve
daliqandî

ez westandim
hovitiya
celadên serdeman
êşkenceya zîndanên rûreş
xwîna wek çemên melûl
herikînî
û bêhna cendekên ji kolanan
difûre
ez westandim
cehaleta
zimandirêjên xwenenas
axa şaristaniya ku ji kezebê
dinale
sînga berbangên
êş û keseran dikişîne
û rondikên
di korta çavên dayikan de
cemidînî
ez…

Konê Reş

– 1 –
Qamişlo, Hêlîna min! Pêwîste bilivim pêş, rê dirêje.. oxir dijwar û çetîne, çend qonax mane, pêwîste em wan jî derbas bikin, berî xilmaşî û razanê.. Qamişlo! Dergehên benderan qepitandîne û kilîtê nadin bê temen.. Pêlên deryayê, dergehê rojên te vedikin û te dispêrin bahozê..

Tu bi tena xwe li ser pişta…

Mahmod Oso

Ey xwendekar,peyamê nivîsîn.
Ji derdan û axîna dil derîn
Rola te pêwîste Ji bo zanîn
Pelên zilm û zorê her biçirîn

Hêvî di dilê şagirta …… biçîn
Welatê min bûye jar û xemgîn
Tu nifşên giran çêke Ji bo jîn
Were sîper zimanê me bixwîn
Bi zanistiyê …. û bi dilsozîn
Hûnê vegerînin,taca…