
Pîroz e şevek pîroz e
Cejn e û him jî Newroz e
Çi şahîyek e dilsoz e
Gul û sosin jêre bejn e
Rojbûna teye şêrjin e
Çi şeveke xemrevîn e
Hemû şadî û evîn e
Xizimin li hev civîn e
Helkefteke bê hempa ye
Xweşî û şadî ber ba ye
şahiya dildaran wiha ye
Hêza dil û can, evîn e
Ji hestan re derbirîn e
Şahciwana min, Şevîn e

Şîrove (0)