AJA SERÎ

Bavê selah

Hewran bi zimanê kurdî zelale
Derha tê bi zengilê hisî û somerî
Toleja hersê zarava tev lihev
Hewran ser miltan e derha tê derî
Ji derî karwan birêket vê demê
Wa firiyan li ezmanan bûn perî
Li îşkenceya nînok hilkişandibun
Difiriyan tev birînêd zengirî

Pir bi ҫûk bun cav bi ҫîk bun deng bizend
Rakirin derwşa aja serî
Sirud û istranê xwe digotin
Li paytexta şamê li hev hêwirî
Cel û yek salin şam ketiye tariyê
Me ne tîn û ne tîrêjên xawerî
Ji wê demê de şam ketiye reşiyê
Mala esed şam tev dagirkirî
Bahoza karwan danişit pir bi hêz
Leşkerê şamê li hev zîvirî
Beşêr bankir ev karwan ji ku hat
Dihejînê textê minî kişwerî
Ged û gûdê me li sure pirin
Emê têxin paş taburên leşkerî
Suriyê tev ji mera rih gezere
Me nizanin em in dêwê sê serî
Bavê min hema kir gola xûnê
Berhelîsta sûriyê ji hev qopirî
Berjewendiyê me bi xelkê ra hene
Forta bikin wê ji we bikin bawerî
Ged û gûda emê bikin selefî
Hatin e ji mizgefta El omerî
——————————————————-
Wateya pêjeyan
– Hewran: حوران: نوع من لباس الملوك والأمراء
– Derha: درعا : تأتي بمعنى الباب باللغات الكرديه والحثيه والسومريه
– Toleja: فلسفه
– Ser miltan : القميص
– Birînêd zengirî: الجروح الملتهبه
– :Deng bizendشراره
– Derweş: الشعار
– Aja serî: الحريه أوالاستقلال

– Hêwirî : تجمعوا
– Xawerî: شمس الصباح
– Şam : بالكرديه بعد الغروب
– Keşwerî: الكرسي السلطاني أو الملكي
– Ged û gud : البلطجية أو الشبيحة
– Rih gezer : مصيف
– Dêw :العفريت
– Berhelîst:المعارضة
– Qopirî:اقتطاع

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Rebhan Remedan

Piştî çend rojen kêm, 5ê Tebaxê/Augustê nêzîk dibe, ku salvegera destpêpêkirina Çepê Kurdî li Sûriyê ye. Rastiyek heye ku di dilê têkoşerên wê de cîhekî şoreşgerî yê taybet ji diyardeya çepgir re heye; çend ku Çepê Kurdî li Sûriyê di konferansa 5ê Tebaxê ya sala 1965an de ji bo Partiya…

Fewaz EBDÊ

Rûto zû ji xew şiyar bû. Berî ku rok çavên xwe ber bi rojhilat ve veke. Berî ku rûyê xwe bi ava sar an a germ bişo, û berî ku li ber derî rûne û li çenteyê xwe yê piçûk li tiştekî bigere bîne bîra wî…

Bavê Zozanê

Du roj berê 26 .08.2026 kongirê yekem yê damezrandina Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê li Diyasporayê li bajarê Dûsseldorf a Alemanî bi navê Hejar Mûkiryanî di bin slogana -ber bi wêjeyeke Kurdistanî resen û hevçerx ve- hate lidarxistin.Û ez bi şanazî wek endam beşdar bûm.

Ev gaveke girîng e ji…

Tengezar Marînî

Silav xwendevano:

Pirr biraderan ji min pirsiyar kirin û di rêka Messenger, WhatsApp û telefonan re, çima tu li Kongirê yekem amade nebûyî?. Birastî ez şerim dikim bibêjim, piştî bêhtir 40sal î ji nivîsînê, biraderekî nenivîskar, telefona min kir û got em te weke mêvan vedixwînin Kongira xwe ya Fiderasiyona nivîskarên Kurdistan li Diaspora دیاسپۆرا….