Zîlan Hemo .
li min nepirsin, ez tenê dînek im
tenê stêrkeke vemirî,
di ezmanên tiji stêrk de me
tenê keştiyeke bê siwar
û bê armanc im di deriyaya vala de me
tenê peleke zer im,
di nav pelên weşiyayî de me
tenê xeyalek im,
di labîrenta xewnan de me
tenê cinek im,
di şkeftên xeyalên zarokan de me
tenê…
Brahîm Mehmûd
Sînor sînor
Virde sînor
Wirde sînor
Êşek sînor
Navek sînor
Davek sînor
Çi sînorên bê sînor
Li me bûne hezar gor
Bi salan gelê kurd
Bû sînor
Ji derdor
Li ser sînor
Li bin sînor
Li nîv sînor
Dorpêçkirî bi agrê sor
Sînor hey sînor
Sînor wey sînor
Bi çerxan dielor
Gelê kurd
Bê sînor
Bû sînor
debinêrin
Hawîrdor
Guhdarbikin
Li derdor
Li ser kurdan
Zîk û zor
Çi dîroka bê wate
Çi yaseyek kerr û kor
Gelê…
Şiyar Silêman
Rêwiyo xatir nexwaze
Xembaro xatir nexwaze
Bila çavê me nankoran
Şev û rojan qet neraze
Civakek bê ser û ber e
Serfirazî ne gengaz e
Em şayistên vê rewşê ne
Çermê me wek yê beraz e
Ji serboran em hîn nabin
Bilindiyê ji me nexwaze
Rêwiyo xatir nexwaze
Pêncî salî te berhem dan
Beste û awazên ciwan
Tev hejarî û kul û derdan
Li ber avê me tev…
Lazgin Dêrûnî
Nevbera min û te jîn e
Mehdera me her evîn e
Herdû dil va lev civîne
Hêlîna eşqê danîne
Çav bilez eşqê dixwînin
Nameyê wan rasteqîn in
Hest ji dil re zû dişînin
Me ji ber wan çare nîn e
Sorgulê û şox û şengê
Wek şimamê rengerengê
Ew şeraba dev û sîngê
Mey helez û hingivîn e
Awirên çavê xumarî
Bisk û porê…
Ebdilmecît Şêxo
Li gundê xwe
Yê ku di hembêza
Çiyayekî rût û tazî de rûniştiye
Min bi xewnerojên xwe re
Şevbuhêrek li ber ronahiya
Hêvê
Û stêrka dilek windayî
Carna bi girîn
Carna bi şahî
derbaz dikir
Min dît çawa segên
Gundê me bi hev re
Devser roviyekê dikin
Bê vîna min
Bi dengekî bêzar û bilind
Min pirsek ji Xweda kir
Gelo! Eyan wê rojekê
RÊBER Û MÊBERÊN…
Brahîm Mehmûd
Seqa sarbû
Gulek şiyarbû
Çav ronîda
roj li karbû
Hinasek da
Ar bi arbû
Seriyek Hilda
Neqşeyek li darbû
Deriyek vekir
Deriyek xarbû
Xwe sparte derve
Kolan harbû
Bejnek livand
Bejne marbû
Dil xwe veda
Jêre darbû
Sîber hejand
Xwezî yarbû
Zemîn firand
Jiyan warbû
Min xweda ber
Nav diyarbû
Bûm niştecî
Ku ew jî şarbû
Brahîm Mehmûd
Bu Ezîz Xemcivîn
Digot
Min “duh ” xwe naskir
Dema devek zilindar bi jidayikbûna min ve çêbû
Yaw ma ewqas zilindarî ji ku derbû?
Yaw ma çima ew lerizandinek bi coş di damarên min de liba dibû?
Min ” duh ” xwe naskir
Dema jiyanek teres bav xwe bi ser min de avêt
Rêyek ji gumanan min hogirî…
Mehmûd Badilî
Li berfirehîya evê jiyana li ser xwe gulolkî dibeçi di kirasê giyanê xwe de teng dibimli wî piyê rê kulîlkek li min dinêredi bin mijankên min de sawîra tîpin nebînahî dinexşeli ber bayekî ku nema bêhna tiştekî dikim
di nava xwe de serûbin dikelimbê tîn destê min disûrike nihêla sînga şevêli ber dîdara çirayeke girsronî dîmenên…
Brahîm Mehmûd
Min rên ji bo te vedan, dadan, û radan
Daku xewnên te ji serma temenekî neterpilin
Min kaniyên hêviyan li ber serê te vêxistin
Daku vîna te ji dest xwe neçe
Min çûk û çivîkên şahiyan ji dara dilê te re haş kirin
Daku roniya giyanê te piştgiriya gavên te bike
Ev ez im ku tu bi xwe yî
De hişiyar…
Demhat Qasimlo
Min qîr dikir û girî li derdora minjî kêf û şahî bû ,dema ji dayik bûm ,yekemcar ku min nerî li vê jînê û dinyayê ,ez ketim xewke giran û her bigirî radbûn ,lê min nikarî bû wêçaxê bikim pirs û bêjim ,gelo ez li vir çi dikim !
Ew girî çû roj bi Roj heya…