Helbest u pexşan

Mihemed Hemkoçer

Kê jiyana me sar kirî
Welat talan û ar kirî
Hundir me tijî kul kirî
Xêr û xweşiyê nebîne

Kê ji lêvên me ken birî
Milet tev bi girî kirî
Rûyê xwe ji me reş kirî
Roniyê ew qet nebîne

Kê ev pîlan gerandin
Evqas nexweşî çandin
Bombe li gel barandin
Xwedê li wan bibarîne

Kê mirov ku daliqandin
Di zîndanan de êşandin
Dost û yar ji…



Lazgin Dêrûnî

Kenê şêrîn
Ji hinguvîn
Hiş û aqlil
Bê per firîn
Li ser dêmên gulî danîn

Ketim nava
Ben û dava
Xedeng hatin
Ji wan çava
Di nava dil de çikizîn
Ji nişkê ve
Bezîm lêva
Bê nest destêm
Diçûn sêva
Gihabûn ser mi de weşîn
Kezî û bisk
Rihana kesk
Dibarîn jê
Lewento misk
Hema bi ser mi de fûrîn
Ne bi dizî
Ne bi xwezî
Giyan bi ber
Wê ve bezî
Gelo ma ne ev…

Hamid Bedirxan
Wergirandin: Anahîta Hemo

Berfê li camê dide
Li qehfê min dide
Mîna goranek Çiyayî !

Bi peyvên xemgîn
Mîna şevê …
Mîna bê
Mîna goranekê hyamê berê !

Çiyak temaşedike
Rûbarek di bê dengiyekê de
Bi cih bûye
Pirin li ser herikandina Rûbaran
şevê
û berfê
û bê
Di goranek Çiyayî de
Guldibişkivin vedibin
Li ser beyarê laşan
Xuşkê roja mejî heye
Eve soza rojê ye
Ey xaka şoreşgerane
Di dojehên bîranînên min de
Şeveke…

Ebdilmecît şêxo

Welat
Helbest
Dayik
Zarok
Dilber
Azadî
Roj
Bi hev re
Di pirêzeya dilê Efrînê de
Mozexaneyekê ava dikin

Li hespên kihêl sîwar dibin
Piyasê dikin
Û şanoyekê
Ji Nefertîtî re dilîzin.
Welat dikene
Helbest li sazê dixe
Dayik dike lîlî
Zarok memkê dayika xwe dimêje
Dîlber porê xwe
Li ber eniya min şeh dike
Azadî semayê dike
Û roj sergovend e

Efrîn, 2021

Mizgîn Kenan
Heyva me rêbendan e
Dewr û dor tev zuha ne
Berfanbar çû ji waran
Nehat ne berf ne baran

Demsal tevlî hev bûne
Li ser mehan pev çûne
Ew çileyê şil û sar
Ji germa bûye bihar
Cotyar zevî çandine
Hêviyên xwe bestine
Bê gilî û gazin e
Dana xweda mezin e
Lê hê jî bendewar e
Ku baranek bibare
Çavê wî li ezman e
Lav…

Birahîm Mehmûd

Rojava
Rojava
Saloxên Rojava
Xakek ji demên beravêtî
Ji neqşeyek ji destxweçûyî
Zimanek ji xwe dûr ketî
Pirtûkek ji xwe bazdayî

Ew e Rojava
Steyrikên ku di xwînê de mane
Dibe asîmanek melûl pirr melûl bêzar hilweşiyaye, dibe perçeyek ji asîmanek hefta bê xwedî
Sed ji sedî bin dem bûye
Rêyên ku ji bumbên navdil qetandî bûn
Li ser qiraxa helbestek ji xwe bi hêvî…

Lazgîn Dêrûnî

Tê ji avê
Noq ziravê
Nerm û xavê
Da silavê
Ma çi zû ez kirme davê

Dil hilavêt
Agir û pêt
Tê de bû fêt
Hiş mi avêt
Wê rihê min bir ji navê
Ahî yezdan
Bo te siphan
Kû te kêşan
Sûretê can
Kes bilî vê na mi navê
Xwîn şêrîn e
Hinguvîn e
Berf û xwîn e
Xem revîn e
Lêv tijî çêja şîravê
Rind û naz e
Dil niyaz e
Kaze kaze
Wê dixwaze
Ez…

Burhan Hesso

Hebû çûkekî rengîn
Çûk ji ber bibûn xemgîn

-:Ê te rengên te pir in
Keskesor in difirin

Hinek ji me rengek in
Hinek ji me belek in

Emê dûrî te herin
Em şerm dikin bifirin

Çûkê rengîn gote wan
-:Cudahî ne bi rengan

Rast e,hin Çûk rengîn in
Lê reng tev de şêrîn in

Per û baskên min hene
Wek per…


Zagros Osman

heman Nanpijên Dest nepak
Ji nu ve bi Xwîna Te
Hevîr distrên
wê dîsa Nan bipijin
dilê Te xweş dikin ku Te ji Nanê Te bêpar nakin
Kawiko pelu ne be

eger parîk Nan dan Destê Zaroka Te
ev ne qencî ye
Arvan ji Hesteyên Te ye
Xwê ji birîna Te ye
Tenur ji Axa…


Brahîm Mehmûd

Min ji asîmanê welatê xwe re got:
Asîmano ji vî welatî barke
Çiko steyrikên te li ber bayekî bakur têne berdan
Te daxistin bazarek navdewletî ya reş
Te kor kirin kor kor
Xwe li ber çavên min hejand
Û destên xweyî steyrikvanî li ser dilê min bir û got:

Ey hêjayê welat
Çawa ez ê ji vir barkim
Û hîna du evîndar…