Rengên evîna min.. Diyarî ji giyanê Mîrê rojnameya Kurdî Miqdad Bedirxan re

Ebdilmecît Şêxo

Guvîna bahozê
Di nav pêlên pêlkên
                                  Te re
Ji min re stranek evînî
                                 Distirê
Kulîlkên çelmisî
Di dilê min de
  Vedijîne
Ewa bi vê xweşbextanê
Bajarê min pîroz dike
Mizgîna rêxstina xawliyek
                                   Sor
Ji lehengên serdema welatê
Min re nermik ,nermik
Di hembêza min de diçîne  
Mîna dûşava lêvên
Dîlbera min
Di hestên min de diherkîne  
Û  dîsan ala evîna min
Di kevala eniya şîrîna min de
Hildide joooooor.

Efrîn, 22. 04..2021

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Rabhan Ramadan

Ji dilekî ku kûta bîna xwe diyarî Kurd û Kurdistanê kiriye, û ji lîstika hestên ku tije keser û evîn in, dîwana “Warê Rojê” ya helbestvan mamoste Sîmko Botanî tê; da ku ji me re helbestên ku bi şêwazekî wêjeyî yê bilind, şirîn û helbestkî hatine hûnandin, pêşkêş bike. Ew…

Beşîr Botanî

Çîroka Stiranê

Hunermend Alan Botan, navê wî li nasnamê Şahîn Muhsin Derwîş e. Ew nevyê Egîd Axê û Xemse Bişarê Çeto ye (Egîd û Xemse dêbavên diya wî ne). Ewî sala 1988an li Stockholmê got min:

Min stirana (Min bêriya te kiriye) li ser dapîra xwe Xemsê nivîsî û jê re…

Emel Hesen

Serok û serkêş Pêşmerge ye
Xak û weten Pêşmerge ye
Al û netew Pêşmerge ye
Sûnd û peyman Pêşmerge ye
Berz û bilind Pêşmerge ye

Rêbaza Gel Pêşmerge ye

Şoreş û milet Pêşmerge ye
Ceng û ceper Pêşmerge ye
Eylûl û Golan Pêşmerge ye
Mahabad û Koban Pêşmerge ye
Kurdistana sor Pêşmerge ye

Raperîna Gel…

Ebdilbaqȋ Elȋ

Sûriya ȋro qonaxeke veguhêz ya hestyar derbas dike; qonaxek ku piştî guhertinên siyasî yên mezin û kûr hatîye sazkirin û rastiyeke nû derxistiye holê ku pêdivî ye deriyȇ guftȗgo ȗ diyalogȇ li ser şêwazȇ dewletê û paşeroja saziyên wê were vekirin, ku di serȋ de Encȗmena Gel tê, ku yek…