DILÊ ÇAR PAR


Mahmod Oso

Fermo hevalê tu were ba min.
Bipirse li min , çi bûye halê min
Têkeve nav çar parçê dilê min
Efrîna rengîn baxçê …dilê min

Hewlêra şêrîn , rih û canê min
Mahabad lê hene gazincên min
Li Amedê bûm ew paytexta min
Bawre bike tu sermeda …..min
Çav reşe , dîlbera eywanê min
Min da te bi erzanî xwînê min
Wêneyekê çêkim dîlbera min
Çar rêza sor çêkir şêrîna min
Li bin holkê bijîm ew mala min
Jê netê der ew bihuşta ….min
Bi hêrs xwe berda tu fermana min
Bi çîne gul û nêrgiz do dera min
Ji gorê rabim jîn û jiyana min
Kesk û sor û zer tu sozdara min

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…