Yara min û Hêvê !


Ebdilmecît Şêxo

Tu û Hêvê hevalcêwî ne
Çiqas ez li we  herduyan
Dinêrim
Yara min!
Tu bi tenha xwe
Êşên min
Di agirdana dilê min de   
Dişewitînî

Xûnava kenînên te
Dilê min vedijîne
 Awirên çavên te
 Nesrînên çelmisî di çavên min de
Av didin
Lêvên gulgulî di henarokên
Min de diçînî
Hêvê !
Lê tu carna melul  î
Herdem tu lal  î
Ne dikenî

Tu maçekê jî nadî min
Û ne helbestên Mileyê Cizîrî jî
Ji min re dixwînî
Yarê !  
Lê awazên kenînên te yên narîn  
Pêlên hestên min  
Serxwaş dikin
Tu û Hêvê hevalcêwî ne
Lê te dilê min xistiye çiqina
Dilê xwe                                                   
Bi ronahiyên çavên te
Bi stêrên çavên  te
Şitlên darên Zêtunê
Di çavên min de sernûve
Zîl didin
Û biliiiiiind dibin.
Hêvê !
Li min bibhure !
Ez neşêm te û Yara xwe
Tayî hev bikim
Xwîşka te
Min di dergûşa lêvên xwe de
Dike xewê
Ewa di hembêza min de
Dibe şepalek şeng

Li ber awaza dilê min
Semayê dike
 Straneke xwe ji min re
Dike balîv
 Çîrokeke xwe ji min re
Dike nivîn
 Lê xwedêkê tu li wî ezmanî
 Çi dikî ???
Baweşînên bêhngulî
Ji nav pêlkên Yara min
Di sibehan de min ji xewê
Şiyar dikin
Hemû xewnên reş
Li sêdarê dixînin
Lê ez jî xûrîniya xwe
Bi ramûsaneke dirêêêj dişkînim
Hêvê!
Tu û Yara min tayî hev nabin!
Herdem ewa şepalek şeng e
Di hembêza min de
Semayê dike
Lê tu çi dikî Hêvê ?

Yara min di bin sersiya
Dara Zêtunê de
Li ber gornên pakrewanan
Peyvên min li teşiya welatê xwe dixe
Devên birînên dayikan
Bi  maçkirinên xwe derman dike
Lê tu çi dikî?
Ez bi dûşava lêvên Yara xwe
Janên  bajarê xwe derman dikim
Gulan di  nav pîsîrên
Jinebiyan de diçînim
Bi evîna Yara xwe av didim
Lê tu çi dikî?
Ez peyvên xavî didim Yarê
Ewa ji min re
Ji xûnava porê  xwe
Helbestekê diyarî welatê
Mem û Zînê dike
Were ! Were !
Ji ezmên were
Cem hevalcêwiya xwe
Û herdu dilan li hev  
Pîroz bike !   
   Efrîn,2021

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Rebhan Rezedan (Rabhan Ramadan)

Pêşgotin

Gava ku Hafiz el-Esed di sala 2000î de çû ser dilovaniya xwe, Sûriyeyiyan bêhnfirehiyek kişandin û bawer kirin ku ew serdem û Heyama zordariyê bûye beşek ji boriyê ku êdî venagere. Lê belê, yê ku li şûna wî hat bêtir hov û bi kerta xirabtir bû, bi alîkariya…

Xizan Șîlan

ey kemana dilê melûl

bi awaza têlên te yên zîz

çiya û zozan bi gulên serkeftinê

dixemilin

miriyên goristanan

di xewa aramiyê de

vedihesin

pêlên çeman

bi xumexum zelal diherikin

heyv di şadiya xwe de

dibiriqe

îskeîska giriyê zarokên…

Dr. Mehmûd Abbas

Bi dehsalan e ku di beşeke berfireh ji gotara ramyarî û çandî ya Kurdî de, nûnerê Kurd Hesen Xeyrî Beg wek yek ji wan kesan hatiye pêşkêşkirin ku navê wan bi «welatfiroşiyê» ve hatiye girêdan. Ewqas ku hemû jiyana wî di helwestekê de hatiye kurtkirin; helwestek ku wî di yek ji hestiyartirîn û…

Bavê Zozanê

Îro 23.08 2026 li Essen ê li Almanya, kongirê Sêyemîn yê Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyeyê bi beşdariyeke berfireh ji endaman di atmosfêreke erênî de û bi giyanekî berpirsiyarî hat lidarxistin.

Di kongir de endamên saziyê ji Almanya, Sûriye, Kurdistana Iraqê, Norwêc û Keneda û…