KEMANA DILÊ MELÛL

Xizan Șîlan

ey kemana dilê melûl

bi awaza têlên te yên zîz

çiya û zozan bi gulên serkeftinê

dixemilin

miriyên goristanan

di xewa aramiyê de

vedihesin

pêlên çeman

bi xumexum zelal diherikin

heyv di şadiya xwe de

dibiriqe

îskeîska giriyê zarokên bêxwedî

aşt dibe

bi awaza têlên te yên zîz

keç û xortên delal

govenda şervanên wêrek

digerînin

dengbêj di stranên bi şewat de

sermest dibin

ramûsanên eşqê

ji xunava lêvên evîndaran

dibarin

peşkên baranê

li çolistanên ziwa dibin bextewarî

bi awaza têlên te yên zîz

perdeya bêdengiya şevên reştarî

vediçire

giyanê xwedawendên pîroz

deng vedidin

çûkên berbangê

ber bi azadiyê ve difirin

ferişteyên baxçeya bihuştê

meya kêfxweşiyê

dinoşin

bi awaza têlên te yên zîz

çar demsal

dibin bihara rengîn

ji dara jînê hêviyên kesk

dipişkivin

bûkên serbixêlî

kezîyên xwe

bi morîyên nezerê dineqişînin

agirê tendûra dayikên bermalî

geş dibe

cemeda hinavên belengezan

dihele

bi awaza têlên te yên zîz

rûyê zarokên kenxweş

dibişirin

hungira êvarê şîrê hesretê

di paşila xwe de

dimeyîne

germiya awaza te

birînên sînga min

dikewine

dayika welatê rojê

dergûşa şaristaniyê

di malzaroka xwe de dihewîne

bi awaza têlên te yên zîz

hespê xeyalên min

çargavkî ber bi armacê ve bazdide

dîroka jankêş

ji nav lepên talana zaliman

difilite

mij û toza ser laşê çaxên genî

bi bayê hezkirinê

berba dibin

Xizan Șîlan

Stockholm

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Kongreyê sêyemîn yê Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên kurd li Sûriye, roja 23.08.2026, li bajarê Essen li Elmanya, bi amadbûna hejmarek ji endamên Yekîtiyê, û bi beşdarbûna hejmarek din ji endaman ji çend welatên din bi rêya zoomê, hat lidarxistin.
Pêşî çend raportên rêxistinî, çalakî, û darayî, hatin xwendin, piştre giftûgoyek li…

Fewaz Ebdê

Were xanim!
Were!
Da ez hemû şkestinên xwe
Revecengên xwe
Di çavên te de bixwînim
Kirasê dîroka xwe jê bikim
Cugrafiya çavên xwe
Di awirên te de dorpêç bikim
Dema ez
Li çavên te dinerim û
Di kûrbûna wan de noq dibim
Bi girafêtê
Qirika Selahiddîn dixemilînim
Riha wî kurt dikim û
Li Waşintun, Mosko û Berlînê digerînim û
Geh
“Igalê” dikim stukura wî û
Wî li…

Ofîsa Civakî ya Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyeyê bi êş û xemgîniyek mezin nûçeya koça dawî ya hunermend Gulîstan Tahir-Sobarî bihîst, ku şeva çûyî koça dawî kir, û mîrateyek hunerî dewlemend û bîranînên hêja giranbiha di dilê malbat, xizm, dost û heval û hezkiriyên xwe de hişt.
Xwedê jê xweş…

Bavê Zozanê
Piraniya stranên kurdî eger ne hemî bi rêk û pêk hatine ristin, xweş, hesan û sivik in,ji xwere mere li ser dev û lêvan dihelin .
Qam û qilafeta strana Kurdî tê xuyanîkirin ku ew êşa zor û giran ,tevlî kar û barê jiyana dijwar ku bi rengekî zelal û hesanî ji guhdarê…