Helbest u pexşan

Besam Mistefa
“Yadîgariya Silêman Adî “

Xort bû
Şermende bû
Nezan bû
Zane bû
Bi dil bû
Bê war û cil bû
Xwedî bar û kar û …
Kurd bû !

Nebêjin em wî nas nakin ….
Ew ê ku zarokekî çav şil bû
Ji Xweda û hem ji pelîdan jî sil bû !
Nebêjin em wî nas nakin…

Ronî ELÎ

Helebçe …

Axîna dîrokek bê ziman
Ahîna dilekî bê kovan
Pejrandina zemîna evînê
Wergirtina alavên jiyanê

Di hembêza
Dergûşên nîvçe de
Di hinavên
Dayika beravêtî de
Li ser biskên û guliyên
Kuzirî
Û vîxanên
Di gewriya Çivîkan de …

Helebçe mede girî
Helebçe tu namirî

Helebçe …

Bahozên reş
Di navbera
Dilên li hev hatî de
Kevanê nêçîrvanan
Li ser sînga xormalê
Tewnbara hezkirina
Hefîd û Barzan
Û
Dilketina Alqamş û kela dezê
Evîndara sînorekî bê kelem
Bê derî
Û
Dergevan …

Helebçe…

Konê Reş

Adarê !
Dêmê Qamişlo
Di pencereyan re
Xuya dike
Di nav lihevketina pêlan de
Bi ser me de
Dibare

Di çîrokên bahoz û xemgîniya demê de
Şil dibe,
Bêrîkirin jê di fûre..û
Çepel û megrûdî jî
Hewil didin ku
Canê xwe ji
Netebitîbûnê aram bikin û
Xwe ji şewatê bi parêzin..!
* * *
Adarê !
Di sibehên te de
Dêmê Qamişlo
Di kolan û sikakan de
Digirî,
Rondik…

ŞÊRKOH HOPO

Diramûsim wan destênte * * * ligel wî kevrê cigerdar
Rewanpakê vê dozamin * * * tu bûye rêber û serdar
Serhildanate rewanpak * * * hejande kevlê sitemkar
Şadkir dilê kurdperweran * * * li paytexta mey birîndar

Qamişloka evîname * * * şarê Cigerxwînê hesar
Ev rûdanek dîrokîye * * * berxwedana wesa pêdar
Jibo dozamey netewî…

Ronî Elî

Vexwe yarê …

Ji peyalên xwîna Avdarê
pêsîra latên xormalê
Ava Decle û Ferat,
Mofrikên Avesta,
Pendên Konfoşyos û Zeradşt
Ji dîlokên Zbûr û Tewratê
Afsaneyên Incîl û Quranê …

 

Vexwe yarê …

Ji şkestina dilê min
Û serkeftina Holako
Ji çanda torînên Hecac
Û dengê (Elah û Ekber)
Ji nalîna zarokê mîdî,
Ku li ber deriyê zindanê,
Ji hinavên dayika xwe,
Bi gez û lez
Daket û ket …

Vewe yarê…

Narin Umer

Heger her bûkekî
zavayek heye û
her zavayek bi bûkekî
şahiya xwe
dibe serî
dêrika hemko
bi du zavaya
şahiya xwe bi dar têxe

heger..
her mirovekî
daiyek bi tenê heye
hisên û welîd
hemî jinên dêrikê
daiykên wane û
bi wan dil buharin û
can buane

Bavê hêlîn
Newroz çiqa bi nav û dengeNewroz çiqa bi nav û dengeNewroz rojek pirr ciwan û rinde* * *

Newroz roja xebatêKurdo rabe ji roj hilatêNewroz pûka salêKurdo çima xo nabînê wek ristemê zalê * * *
Newroz roja derketinêKurda xilaskin ji mirinêNewroz xo rengîn kirXo zer û sor û Şîn kir* * *
Newroz bûharek rengîne…

Suad Cegerxwîn

Tu delala li ber dilê Her çara yî
Şepal û rindî , nazdara Hemîyayî
Te deng daye bi bajarê Evînê
Lê xemla li te tev sorbuye Ji xwînê
Dijmin dexsoneke ,pê xweş nayê Şeyda te
Bi şer û talan xeradikî Rewşa te

Gul û çîçekên xêza te Rakirin
Roj û xweza, ezman li te Bi mij kirin
Hilm û bêhna jiyanê li…

ŞÊKOH HOP

Dizanim jiyan seyr maye
Ji aram û berxwedanate
Ji sîngatey weke gerdûn fereh
Hebûnê hembêzdikerewanpakên vê Avdarê

goryên azadî û serxwebûnate
goryên mirovayetiyê
goryên hebûnê
li şarê evînê
bi xînaxwe nîgarkirin jiyana nûjen
rêça azadyê ronahî û geşkirin
binêre
Qamişloka evînamin
Gîvara, Xesan, Welîd û Ferîde
Ferhad, Xeyrî, Idrîs, Osman û Ehmedê Ciwan
Jibo mirovan
Jibo hebûneke sermed û demandî
Darajiyanê bişkivandin
Bi xwîna xudawend
Bi sedhezaran
Jînxwaz…
Aştîxwaz…
Azadîxwaz…
Berxwedan û Rapirîn
Ji Amûdê
Boşelana mirovan derbû
Bi…

Mihemedê Seyid Husên

Avdarê.
Min di got qey
Oxira te hilati ye
Min bawer ne dikir ku
Tu wilo zû ji rêwingiya
Xatirxweztinê vegerîAvdarê.Min di got qeyOxira te hilati yeMin bawer ne dikir kuTu wilo zû ji rêwingiya

Min digot qey
Roj, meh û demsal
Di helkefta newrozê de
Bê te naçin serî.
* * *
Min di got qey
Tu siwarê peymanê ye
Evîndareke peyrewî…