Helbest u pexşan

XEMGÎN Ê REMO

Jan û jan …
Heta bi dawî ya rê
Min da dûv badlîzokê
Keser û keser …
Li dojeha gumana
Min zevî yê sitirî yan
Bi jana hêvî yan
Di dil de çandin
Û hîva min xapînok
Yara min cadûgereke leyzok …

Dilê min guloka rîs
û teşî ristê
bi çep û rast de badida
li hişyarî yê
di xewna de
min…

Demhat Dêrikîdemhatderiki@hotmail.com
1Li wê dema ku ax bi buharê şadibû û çavê min bi te ketinEv dîmen li ser bejna te dihate dubarekirinCareke din pişkivîn tovê hezkirinê Careke din padîşaha evînê dilê min bi hezkirina xwe guvaşt…Ev dîmenEv dîtin çend hêvî li pêşerojê siwar kirinKu dara dil kirasê kulilikan bi ser bejna xwe …

Seyid Feysel Moctevî

Dengê mi cihan pirkir,işqa mi welatê minVana çire xo kirkir,işqa mi welatê min

Navê te mire zikre,axa te mire taceVan du gunehan dil bir,işqa mi welatê min

Jîna mi evîna te işqa te sekîna min
Em hevdu coda nabin,işqa mi welatê min
Dar bê reh û bê rîşe,kê dîtiye ba bêjeDara mi ji axa te,işqa mi welatê…

Mahîn Şêxanî

evro cejna yara dile
cîhan tevde misk û gule

pêr bi awaz û şahî ye
ezman êşev ronahî ye

mamosta min pir delale
çox û şeng û him çepale

xwezî yarê tim bi kêf bî
dûrî kul û xem û êş bî

çiruska evîna mine
hevala rewanê mine

ezê biter herdem soz kim
enyê bi maçan pîroz kim

sal bi sal ezê bi doz kim
Ji…

Ciwan Dêrikî
ciwanderiki@hotmail.com

Ala min
Çiqas şêrîn û bihayî !
Te rengên xwe
Ji êş û azarên min ,
Ji hêviyên min ,
Ji xemla xwezaya min
Wergirtiye .
Çi bikim
Li min qedexeyî . .

Di şahiyan de ,
Di pêşbirkan de
Alên biyaniyan hildidim
Û dihejînim
Lewra tu xemgîn dibî
Lê . . tu dimînî pêçayî
Di nav quncikên dil de …

Dijwar Naso

Di tenahiya şevê de;
Penaber û dîlê dûrbûna te me
Di wê sar bûnê de, tê me herijandin
Ji dûrbûna te…………xanim
Lorandineke windayî, ji paşla min
Ber bi ARTA gav davêtin
Eywana paytexta te hêlîna girnjandina
Lêvaye
Xwestek dîtine……….xanim

Dîtin
Sirûdan di dêre ,li ber sûlaven dilgermiya te
Dilgermî….qonax hilweşandin.
Hiş neynike di…

Ronî ELÎ

Tenê carekê ..
Di xewa şevê de
Li êrîşa çavên te
Şiyar bûm
Li bejin û bala te
Haydar bûm
Li dengê dilê te
Guhdar bûm
Û di rûpelê sînga te de,
Kevoka bêbextiyê,
Bi diranan Serjêkir

Li ser wan tîrkevanan,
Konê pîrhebokan,
Bi tayên bêpariyê,
Hûnand û lêkir
Di gola heyînê de,
Ordega zivistanê,
Bê veger bi rêkir ..

Tenê carekê ..
Dil xwe dizî
Ji axaftinên di quncikan de derket
Ji bin…

Ronî ELÎ

Di talanên xwenên te de
Keftelefta bahoza evînekê
Disotînim
Di navbera wan lêvan de
Jiyana raperîna dilketinê
Dicivînim
Di hembêza her dilan de
Lîstika ramûsanan
Dipeqînim

Liser milên herdû çavan
Çirûskên paşrojê
Dineqşînim
Û delavên girgîniyê
Diçirkînim
Bi viyana mirinê ve
Herdû navan
Ezber dikim
Û dixwînim
Li ser sînga pêlên xwînê
Hevoka xwe
Dixemlînim
Li gel dest û zendên li hev
Bi dengê te
Dilîlînim
Di memikên tiştîrîn de
Rapora te
Dinivsînim
Belê yarê tu giyanî
Belê tu derd tu dermanî
Navêjim…

Azer Osî

wê digot:
ne niha,
lê ji mêj
di guhên min de,
hate xwendin
û di mejiyê min de hate meyandin
ku tê ciwan xweşê jîna min bibe
xwedanê êvar û xewna şevên min bibe
û hevirmêşê hevok saziyên min bibe.
Min jî….hemû demsalên evîna xwe
di kesayetiya te de didît
û ji vir ta bi wir

min evîna xweyî bêhempa û bêpayan
bi bejna te re…

Konê Reş

1
Hawar e!
Tirko doza çi li me dike?!
Her ku em li berxwe didin
Û serê xwe bilind dikin
Tirko hêç dide..
Her ku em cihê xwe xweş dikin
Tirko dicefile..
Her ku em darekê diçînin
Tirko diricife..
Her ku em avaniyekl ava dikin
Tirko dînomîno dibe..
Tirko doza çi li me dike ?!
Haware desthilanîn fereca xêrêye
Em jî, li…