Helbest u Vidyo

KU BIBIHÎZE…

Bêkes Reşîd

Vedenga ko ji şûna bêjeyê tê
Fonêma “ bûn “ ê vedijîne
Hemû tabûyan li paş xwe dihêle
Xwe jî ji bo min dihêle
Fatûreya dawî ji mine
Nalet li xewa bê xewn be!!
Şîfrenin ramanîyî winda
Derdoreke veciniqî
Hertişt li hember xwe
Sireke biyan rojgara enîyê diyardike
Nîşanin nû…

   …Dîrektîvin nû ji tirsê
Berî hin pêvekên ji derveyî lîsteya nîgaşan
Xwejibîrkirineke bi difre silavê dike
Wilo dahênan ji “ bûn “ ê!!
Çilo tu dibe?
Çilo tu min dibe?
Ji Qamişlokê…
Ji mizgefta Qasimo ta xewna rewanekî
Ta rewşa şehîdekî
Nalet li rastîyê be ko carnan nabe xewn!!
Ji hêlekê diguhêzim
   …Ya ko tu jê bûye 
Axînê li devereke din datînim
Daxwazek encama xwe ji hêlê hildike
Bi formeke nû ji sîkeke kuştî re
Di êşê de çikûsî
Ji bin konê xwe tiştekî nave
Ne pesnkirina lehengekî…
Ne jî pasvanekî gorê !!
Ji vê devera min dibin
   …Ji vê devera ko ez nabînim
Celebin heyberîyî erjengkirî
Qaqlîbazên wexerkirinê li dûv bendewariyê
Revendin din ji wateyan di dîmenê de
Edî… êdî… êdî
Ko ev rûpel ” ÊDÎ ” yê tewaw bike
Ko ev valayî dawîdar be !!
Çi dawerê ji tevlîheviya vê derûnê re rakim?
Çi kêşan ji bandora vê nêrînê re?
Ey netişt û hertişt…
Ey hertiştê netiştî…
Ey xweda…
   …Û çi…?!!.

Bekes2can@yahoo.com

 

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…