Dilê min

  Ezîz Xemcivîn
xemcivin@hotmail.com

Dilê min, sibehîn tu min ji xewê radikî. Bi nazikî şîrava evîniyê tu bi ser hêviyên min de belav dikî! Ax dilê min, tu ajoyê bihinê yî. Ez bi kû ve diçim, bandora te li min jipiya ye!

Çi dikim, nakim nizanim çi bikim? Canê min di hêlana matmayînê de ji xwe li xwe hay dibe. Rivîna evînê ez sotime, ji her hêlê ve şahî jê re giryan e.
Tu gelekî xwe dûr dikî. Rê, xaçerê û rojên windabûnê li dor xwe diçî û têyî! Çendîn sal dizîvirîn, tu li şûna berê hîn jî sobelanê dikî. Bi metalan ne rê dibî ser rê; ne tu dikarî dîsan bide ser raste rê, yaxud tu virvirokeke rengareng bi lez û bezê yî?

Dilê min, ax dilê min, tu ji pêlên derya hartir î; ji çavên bazî şiyartir î; ji her bayî tûj û dijwartir î… Ax dilê min tu ji her têtîkê tenik û zelaltir î!

Bese berê min nede kaşan, pora min wek ardê li ser serê qeraşan sipî bûye.  Tu hîn zaro yî, bi lîstokan dilîzî. Di kêferatên evîniyê de tu mest î, sergêj û zîz î, li nêv zarokan sîpeyekî bêcir û zirz î!

Ji bûyîna min de ez benî, tu li ser min axa bûyî; ji hîngê ve te lingek daniye ser lingê din û tu cotê temen wêran dikî. Heta evê pileyê stema te hîna jî, ez ne westandime. Belê ka dawî çî ye?
Jiyan

Wek navê te

jiyan şêrîn e.

Wek çavên te
jiyan neynik e.
Wek rewanê te
jiyan hêlîn e.

Jiyan mezin e.

Lê belê ne bi qasî dilê te.

Rêpîvan ji hîngê ve li nav me dûr û dirêj e. Posta evîndaran ji benî, hungiv û mewîjan herdem dagirtî û têr e. Geh dikirin, geh difiroşin û geh dimsê dimijin û şîr ji guhanê hevokan didoşin.
Çavnêro! Ma perperîkên kenê te seyrana xwe li kû dikin?

Gelo nizanin mîrgeha jînê bi sosin û solînên vîna te xemilî ye? Belê hêvî li dûv hêviyê bi keskesora mizgînê re geşdana suriştê ye.

26/3/2008

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Wergera bo erebî: Dr. Mihemed Ebdo Necarî

Wergera ji erebî bo kurdî: Fewaz Ebdê

Bi lêvegera Dr. Necarî

EZ JINEKE HINDÎ ME

Ez ew kes im ku rêzê li xwezayê digirim.

Ez ew kes im ku bi agir re direqisim.

Ez ew kes…

Hişmend Şêxo

Ev çend salin di bîranîna roja “Zimanê Kurdî” de xebateke hêja ji bo pêşxistina zimên tê kirin.
Hêjayî gotinê ye ku Zimanê Kurdî tevî hemû siyasetên tunekirinê ji aliyê dagîrkerên Kurdistanê ve heya roja îro hebûna xwe di qada cîhanî de çespandiye û bi şanazî serî hildaye û xwedî dîrokeke taybet e, ew jî di…

Merwa birîm

Havîna par têvel û bi min pir xweş bû, rojan e, nexasim li danê êvarê ez di vê kolanê re derbas dibûm, bêhna axa şil ji pêş xaniyan wek refek sêrçe difûriya, jin û keçikên sinêle di talda dîwaran de diciviyan, kalemêrekî piştxûz xwe bi darê zorê li ser kursiyeke…

Komîteya Çalakiyan a Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê

We vedixwîne roja zimanê kurdî :

Rewşa zimanê kurdî li bakurê Kurdistan
Nivîskar: Fettah Timar

Asteng û Aloziyên zimanê kurdî
Nivîskar: Ednan…