Dayê! Cejna dayikê li te pîroz be
Ezîz Xemcivîn
xemcivin@hotmail.com
Yekem kêlîka pêşî, gava min xwe di çermê malzaroka te de diveşart. Ji gava ko min canê xwe li asoyê dilê te de difirand. Gava te navika min bi benê xwîna xwe ve girê dida, ji wê hingê ve ez li ber mehder, dilovanî, jîndarî û qenciyên te…
Ibrahîm El-Yosuf
Ji bo her se muhemedan
Her çar di ser min re derbas bûn
Potîna leşkerî
Makîneya agirkuj
Bombeya gazê
Û guleyê tivingê
Lê dawiya tevî
Min taca xwe ya ji rivina agir bidest xist
Û ez ne vemirîm
Ji bîranînên mûmeke adarê
Kî min heye
Di vê şeva ku nabe şev de
Kî min heye îşev
Ku ez li hev neherbilim
Kî min li pêşberî tûpişkên dîmenê…
Ciwan nebî
Îsal û vajî hemî salan li welatê min baran ne bariya, ne jî min û te şil li kolanan destên hev girtin û di bin baranê de reviyan, me ramûsanên qemirî qaçax ne kirin danzanek ji sarbûnê re.
Îsal ji axa me bêhna jiyanê ne fûriya û zarokên taxa me dengê wan ket hingî bang…
HOZANÊ GIRKUNDÊ
dergehên mehrevanîya
xewnan li ser perenga
elendê….
bê mehder dergûşa
xeman di lorînim…
ji şengewîna pêjna te
ya mêşinî….
ez û dilê jar
evînîyek bê hêvî
li beyarên beybaneke
rût bê asîman di çînim…
ev çend dem salên
bê buhar derbasbûn
çend xewnên bi şêl
û pêl xwe tevî şevên
dil sar kirin……….
hînê nikarim
ev xemgînîya bê dawî
ji mehraba dilê te….
bi weşînim…….
ji ber li vê gerdûna fireh
tê me vejandin
bi…
Dilbend Xelîl
Helbest û gotin tîbûne ….
Peyv ji pesnê roniya
Di riwê te de birçî bûne ….
Axaftin û ristên ko tên
Ristin nema zanin
Çi li ser rûpela min
Çi pesnê deynin ……
Çi gotina deynin……
Riwê te ….
Bejna te ….
Yan çavên te ….
Pênûsa min …. pênûsa min…..
Di lerize ji tirsa ko te…
Konê Reş
Ezbenî !
Her êvar, ji tariya şevê ve em dikin hawar û dibêjin; Em westiyan…Mîna çiraya li ber bahozê em vedimirin… Em bûne mîna wî pizotê ku di tifikê de, bê guhdan hatiye jibîrkirin… Her êvar em dixwazin bigrîn, lê berbang rê nade û giriyê me dispêre evareke din… Ezbenî te bawer dikir…
Konê Reş
Ezbenî !
Ez û Beriya Mêrdînê dostbûn û dostin. Di buharan de, min bi têr û tesel çîrok û çîvanok jêre digotin. Di sibehên nîsan û gulanê de, di nav şebnem û aviya gul û kulîlkên wê de şildibûm.. Di beyarên wê de, min stran, lavij û lawik digotin û ji xwe re…
Şêrîn Gêlo
Qehwakê bi çavên tere vedixum
Û qehwakê ji çavên te vedixum
Tilyên tene çixara serxweşiya min
Ez jî dûmanim bi serserê te dikevim
Peyalin lêvên te di nav lêvên minde
Ziwaye hêviya min ji derya heyalate
Dîlin tiliyên min di nav biskên tede
Dîne porêmin li sere milê te
Azdin awirên te di riwê min…
Dilbend Xelîl
Sipî boze , bilind poze
Dil bi soze , nerîn doze
Ebrû moze , ew newroze
Yara min ew kurdistane
Naz û xweşe , zevî geşe
Ew keleşe , lat û beşe
Seyran meşe , kar lê xweşe
Yara min ew kurdistane
Ew Kurdistan , ew şehristan
Bax û bustan , gul…
Xemgînê Remo
Dema zikê zemîn peqîyaÛ sirûda ar-vejanê destpêkirÇîyayên welatê minJê afirîn ….
Dema ewrê yekemîn Pêsîrê xwe givaştin Û barana jîyanê barîyaSirûda ciwanî yêLi mêrg û çîmenê welatê min Detpê kir …
Dema ku mirov hîn kerî bûnÛ şênîyên daristana bûnMiletê min nan afirandÛ şaristanî ya wîLi kohênZ agroz û TtorozDest pê kiribû …
Dema kerî bûn…