Te bidim kê

Helbest: Semîh El Qasim                               Wegerandin: Berzanê Birîvî

Te bidim kê evîna min te bidim kê
Û helbesta evînê ji mi re bêje te diyarîkim ji bo kê
Ji kê re ? û xak hişke…. bê dile
Ji kê re ? û stirî komin li ser rêka min
Te bidim kê, Evîna min
Di bîra min de tê zaroka demên berê.. û rengên lîskê
Û kaniya sîkê… û veşargeh

Û em li wir,  ne diwestiyan
Em gêj dibûn bi lîska xweyî şêrîn
Li paş dîwêr… li nav bi`îv û hinar û çinarê
Di bîra min de tê şînahiya çavan… û gurnijîn
Û porê zerî berdayî li ber sura bê
Û ramûsana wê li ser dêmê min
Û gezkirna wê li ser milê min
Û giliyê wê li ber dê û bavê min… ku berdayî me … serserîme
Di bîra te de tê ? di bîra te de tê ?
********
Û di rojkê ji rojan de
Min ji zaroka xweya şêrîn re fîkand
Hate nik min tenatena… bê ken… xemsar
Û gote min bê silav:
Tu têdighêje.. ? diya min nema dihêle
Û heger te ban kir ji îro û pêde, pençere nema vedibe
Min lîsk berdaye dîno
Jiber ez nema zaro me
De ka ji min re bêje dilbirîno… evîna min te bidim kê
********
Di bîra min de tê zingîna zingil
Û dema pirtûk û hevalan… û şêrînê
Dihat bi kirasê xwenî xakî… bê pêwan
Di bîra min de tê waneya dîrokê… ku mamosta bi gûman dibû
Bi tilîkan ji mer digote na
Li hev ne zîvirin û ne gurnijin
Û bi qêrîn: bese guhdarbin
Bese… guhdarbin
Û di rojkê ji rojan de
Em zîvirîn… me bêdengiya nistîgeha buha hejand
Û wane buhurî.. wane buhurî pûç… bi giraniya salê
Û em tênegihiştin tişkî ji bilî xewnerojan
Û ne giham pirtûkan bidim hev ta ku min ew binçav kir
Û ji belkona şîn… ruwê bavê wê xuya kir
Û ruwê xwadiya wê xuya kir, û pîra wê, û meta wê
Û piştî çixarene pir… û piştî şînî û pelûbûnê
Şêrînê li belkonê xuya kir
Û çû, ji tirsa çavê meriv û cîranan
Ziq li min nerî… matmayî
Ez… nema… şagirtim..
De ka ji mi re bêj şîndaro… evîna min… te bidim kê
********
Di bîra min de tê şêrîna kargehê
Zû dihatim kar… jibo bêdengiya wê qezenc bikim
Beşdariya stiranên sibehê pêre bikim.. hin qehweya wê vexum
Û ji peyala wê.. razên buwara wê pêşkêşî wê bikim
Wek evînê dixwest.. dîroka çîroka wê bi dawî bikim
Lewra şêrîna kargehê dikeniya
Û têdigihişt.. ku ez.. sêrikê wê me
Û destê  min bi lepê xwe diguvaşt
 Û di kûrahiya çavên wê de
Hest dibûm bi hemû hewesên wê
********
Û di rojkê ji rojan de
Coşî û bêrîkirinê rahişte min
Û zû hatim kar… wek hercar
Û bedewê bêrîkirina min pêşwaz nekir bi gurnijînê
Û mir , berî zayîna wê , pêmayin ji silava wê
Û dema li min gûr bû qehra min
Devê wênî germî germ ket hevde, bi gotinek ne gotî:
Ji bilî min lîskekê ji xwere peydake
Ez îro…bi dergîstîme
Di bîra te de tê… tê bîra te
Tu hest dibe ez mezin dibim
Îca ji porspîbûn û tenahiyê ditirsim
Ma çi piştî raza tirsê… ma çi
Bese di evînê de zarotî
Ez nema zarome
Û ji min re bêje birînkûro evîna min , te bidim kê
Sedema westana min te bidim kê
(Bêjeyan) wane : ders- nistîgeh : miq`ed – raz : sir – sêrik : mu`ceb – hewes : rexbe
Helbest: Semîh El Qasim
Wegerandin: Berzanê Birîvî
Berzan@hotmail.com

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…