Helbest u pexşan

Elwan Şivan

Min bêrîya qamişloka xwe kirîya ?
Jimêj ve li kolanên te min xwe paye nekrîya
Ji dema guhertina sînoran
Mina reşkê şevê ku xwe ji şevê didize
Wê demê.

Cend dem sal tevlî hevbon
Cend zarok di gemîyande nû cêbûn
Cend dayikan heval puckûen xwe di dûrîyê de vedşartin
Min bêrîya qamişloka xwe kirîya
Ku ji sînoran di bûn gelek rê
Gelek xewn.
Gelek azarî…

Helbestvan: Mihemed El Maxût
Wergêr ji Erebî: Xalis Msewer

Gopalê te yê tu xwe dide ser
Ziftê di êşîne
Anha (se`et) sisê ji vê sedsalyê
Tişt nemaye ku kelaxê miriyan
Ji pîlavên rîwiyan
Cuda bike
* * *

Ey zîlana deryê minî xirabe,
Hemû xizm û hezkerê min mirin
Liber deryê gunda mirin
Û tilyên wan mina sitiryan
Liber bê raxistîne
Lê şevekê ezê bêm
wê xwîna…

Xizan Şîlan

li ber bayê bagarê
rûpelên dîrokê
dadiweşînim
ji gemarê
dîroka kevnare
dîsa dibû dubare
pêşeroja mirovahî ye
tarî ye
ronahî ye
ne diyar e!

çendî zeman e
bi salan e
dîsa îşkence û talan e
dem, dema gurên
devbixwîn û hovan e
qêrîn û hawara bav û kalan e
dilê min jî dilekî bi kovan e
li ber dîmenê foto û kameran
zencîr xistin destê cameran

ey…

Hilbîn Muhemed Baqir

Çar tîpx…e…w…n(x) ji xweliya xewnên sipêdeyan(e) ji eza ehrîmen(w)ji wahid û ehed(n) ji nûn û elqelem û ma yesterûn

Çar tîp:Di rawestana demî de livînDi naxê min deXeware bûnWek hafzekê serbilind,bi destên nizimEz lêgeriyamMin dît…ûMin nedît!Her tîpek bû pelekHer pelek bû gulekHer gulek bû dilekDevê min germ bûÛ ez di navbera xwe û te…


Firûx Firixzade
Wergerandin bo kurdî: Ciwan Nebî

Tu kes bi gulan narame,
ne jî bi masiyan.
Tu kes naxwaze bawer bike ku daristan dimire,
ku dilê daristanê di bin rokê de nepixî ye,

hişê daristanê bi rambûn
ji bîranînên şîn vala dibe
û hestekariyên wê
Û weke tiştekî cuda
di qurçikekê de diherifin.
Tenê ye meydana mala me,
daristana me
li hêviya barîna ewreke beyan dibaweşke
û gola…


Şepal Hêvo
Shepalhevo@live.de
Li vir…
Di navbera
Rastiyê û derewan de
Şerê awaz a jiyanê
Ji min dixwest
Tama hebûnê

Li wir…
Dûrî camêr û neyara
Sîber a min
Ji wêneyên gelawêj
Xweşya nebûnê
diçêre

Bona dîna
Maç û ramûsan
Bona mirova
Xaç û lêdan
Li hawîr
Çend firiştin
Li serê memikê wan
Çend niviştin
Veke û bi xwîne
Helbesta min
Veke û bi xwîne
Çîroka jiyana min


Lewend Dalînî

Gava min Xurcizînek Zêr,
Da bi misqalek ji kilê çavên te?Xeznedarê Mîrê Bota
Frotina kil sekinand?
Colîyêt xwe ji Romîyo,
Da berdan!

Zîn ji Mem Xeyidî
Edola Milî nema bi qelenê xwe
Qaîl bo;
Û nema jî stran avêtin
Ser Derwêş!?
Xecê bû pezkovîyek;
Û Poçek li Sîamend da!?

Wexta min Xizêma te
Li cem hostakî cihuwê Esfehanî
Da çêkirin?
Kumêtê minî kab reş
Ji deşta Rewandûzê tanî…


Ezîz Xemcivîn

Hîn jî ew gula ko min ji mala we anî bû,li pencera min e.Wê ber bi sînga xwe ve dikim.

Bihna te ji geşbûna gulê dikim,Dixwazim ji sîwana hilûya wê henaseyên xwe vejînim.

Elindeke şîrav ji dêmên gulê li helbesta min hilat.Dema helbestê bi roniya wê xêrhatina sibehê kir.

Pênûsa min ji bejna berberojkê, xuncên hevokên xwe…

Dildar Ismail

Dengê dilê min buhare
Rengê şevê her tare
Xemla bêhna kulîlkan difûre
Li ber mirêka azmanekî zelal
Dinêrim da ku vegerin li min roj
Nabhîzim dengê peyva te
De bilîlîne û bike fîxan

Bê te roj dimîne sar
Kulîlik di çilmise dibe ar
Bêrya şîrava lêvên te dikim yar
Şevbêrkek bê sitêr
Windadike dûman û leylan
Koçberiyê ji min dûrkir
Hêvî û evîn
Dikevim bextê te ey rojê
Da…

Demhat Dêrikî

Dema te ez jibîrkirimÛ te got min tu jibîrkirîWê deştê,deşta ku min û te bi rondikên payîzêVejandî û kirî bexçeyên gulanBişewtîne!Di vê şewatê de gorekê bikoleBila ew gor gora dilê te be esmerê.

Dema te ez jibîrkirim…Wê elbûma bi kamîra neqedexekirîHatî dagirtin.Wan şevên me yê ji bêhna canê min û teŞev dîn dikirin.Wan hevdîtinên li…