Helbest u Vidyo

Helbestên daran (2)


Husên M. Hebeş

Nirx

Darek bi tenê
Li ser serê çiyayekî rût bû
Pêre gotin:
Were em te bibin nav daristanê
Got: na, nirxa min
Di tenahiya min de ye.
Du dar

Dara ko du evîndar
Li bin siya wê rûniştibûn
Tim rûyê wê
Li ken bû.
 Dara ko di koka wê de
Mar bi cih bûbû
Tim rûyê wê
Xemgîn bû.

Hêz

Darek girtin

Û bê guneh xistin zindanê
Rojek,
Mehek…
Damarên wê 
Bingeha girtîgehê qelişandin
Û ji binî ve hilweşandin.
Bonn 2009

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…