Piştî fitarê

 
M.Qasim

Alo
Çawayî tu?
Min ne bihîstî ji zûve dengê ciwan..!
wê pirs dikir bersiv mi da:a.. çawayî tu
dilê bi bihrî şadibê bi bihîstna dengê te
bi reqsu sema digeriya, li dora giyanê xwe
çima nayê..?!
qey te ji bîrkirîye  hêlîna dilê xwe?!
Bi nazenîn..
 bi rewaha dengê şirîn..
bi hestekî ji dilê  bi vîn
 şikandibu qend u şeker :
ez tême hêlînê bibihriyek zor
 bi dilovaniyeka kûr
serî datînim  ser milê te
hêdî hêdî bîn,dikim helm u bîna te
kul u kovanê dilê min pirin
hildiweşinim  li ber hişûbîra te
bila bileyîzin bi dilovanî destê te
 li sr sing u keziyên tim li hêviya te
ez tême  bisoz u bihrî li ba te
piştî fitarê da vebin qeyda çav u lêvên te
bi jenin hestê dilan bi hevre
bi himbêzkirina min u te
 belkî vexwin şerbeta lêvan bihevre
 lib a te
çavê birçî bi çêrin li nav bixçê jîyana te

1/9/2009

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Silêman Bavê Sîpan

Ez Kurdim, li her derê
Nabê tiştek min biguherê

Ev zimanê min Kurdî ye
Min ji dayika xwe girtiye

Ne bi tirs û ne bi şerm
Serbilind im ez her dem

Kurdim ez, ji kok û reh
Kurd dimînim li her cih

Kurdî bo min,ne zimane
Ew dîrok e, ew jiyan e

Ew dengê bav û kalan e
Ew stranên…

Ezîz Xemcivîn

Kî li benda te bû
Kî li kolana dildariyê bendewara gulekê ji destê te bû?
Dildareka bêdeng im,
yarê min!

Evîndara bayê hênik û axa warekî me,
ne baskşikestî me,
ne bineka ketî me,
çima li şaneşîna evînê tu min nabînî,
yarê min?!

Roja evînê bi hêviyên neyar nayê girtin…
Sozên li hev badayî,
bi hêsanî…

Fewaz Ebdê

-1-

Ezbenî!
Herdû çavên te ji zaroktiyê re bexçene
Kenê te hêlana asîmên e.

-2-

Her ku li te dinerim ezbenîLanguage Resources
Zarokekî li paş sîberên salaln dibînim
Bi destê xweyî biçûk
evînê qenewîç dike.

-3-

Tu mîna zarokekî ji rîhanan hez dikî
û mîna ku hê nû te
temen vedîtibî
çîrokan dibêjî.

-4-

Çaxê tu di nav neviyên xwe de rûdinê
Temen kirasê xwe di ser xwe…

Dildar Aştî

Te rojekê
Kevirekî kelemî
ji rêçekê hilnekir
Te rojekê
Şûşeyekî şikestî
Ji ber lingên mendalekî ranekir

Te gulek tî
Di bexçeyê evînê de av neda
Te goleke meyayî
Li ramanê tev neda!..
Te berxeke windayî
Negihandiye nav kerî
Te pîreke rêwindayî
Negihandiye ber derî

Di şeveke bi tirs de
Çi nameya evînê te neguhest
Mafê peyveke tenê
Di civata padîşah de te nexwest
Te rojekê
Simbilekî ziviyê
Ji şewatê neparast
Ne li keviya rêyekê
Ne li…