Qeftek silavên dayikan bo Şêrgo Morafî, û Ihsan Fetahiyan
Narîn Omer
Şêrgo yê min
Delalê min
Çi payîz vê salê
li ser min û te debê mirwet ha
xwezî bi payêzên berê
dema tu ji reqreqa ewran di revî û
te xwe sipartî himbêza min dikir
Xewzî bi wan şevên payîzan
gava te berê min ji xwe re
dikir nivîn û te di got:
Dayê, çiqas…
Yasîn Hisên
Ev lîska şeytana ye…Memo
Pir nêzk mebe ha….agir li hemberî te ye…!
Û îro çarşeme… ew ji te re welîmê amade dikin, de xwe ji xewna bedew re amade bike…ji ber li wir sê Horî xwe bi selikê xwe liba dikin ên ku dagirtî ne ji kaniyan…
amade be Memo….kezeba min. vaye ez bi bê çareyê dava…
Keça Kurd
Bi şûntermê li darbesta vî xweşmêrî,
Ez çi avê bireşênim.
Da werekên xwe ez pêre
Bi xemgînî birijênim.
Zevî-axa hevjiyana me herdûkan
Pê av bidim.
Dêma gulên
Gulîstana bîranînan
Ez pê bişom,
Ez pê bişom.
Min dî bi lez
Ji kanîka herdû çavên
Min robarek diherikî.
Ji deryaya dilê min pêl
Bilind dibûn,
Li gerdena hev alihan,
Lehî rabûn.
Li ser milên hev siwar bûn,
Şeka pêlan
Bihêz dihat,
Dame ber xwe,
Wê…
Bavê Narîn
bavenarin@hotmail.com
Tiya evînê, ta dikarî dil û cergê min bidoş
Ava jiyanê ger binoşî?fermo ji kan’ya min binoş
Warim ji dildojên evînê re, hemin kanî me ez
Cana’m bese,derdan nekoj,kanî ziwa nabê bi lez
Hîv im li asmanê evînê, ger bivê ez tê me xwar
Stêran bibarînim, seva te’y reş bikim cejn û bihar
Derdan ji çavên te bimalim, dûr…
Husên M. Hebeş
Dostaniya darekî û çemekî
Li ber çemekîRastî darekî kevin hatû jê pirsiya:Çima tu bi tena xwe Li vir bi cih bûyî?Got: ji çem hez dikim
û ew min tim diparêze!Çewa?Gava hinek bixwazin min bişewitîninEw min şil û terr dike û nahêle bi hesanî bêm şewitandin.
Protesto
Hemû daran bi hev reProtesto kirin û gotin:Divê hemû bivir ji…
Azer Osî
çima guneh, xwe li serê te rapêçayî,
û di dilê te de, şaxên xwe berdayî
Jê, tû şerm dikî
û ew , bêyî ku………
çavên te girêbidî,
destên te, kelemçe bikî,
te di zindana xwe de,
dihêlî
û nahêle ku tû…
ji hêstirên çavên xwe,
tizbiya evîndariya xwe,
li ber lêfirîna pelên payîzê
û dengvedana zarokên rojê,
xweş bihûnî.
………….
Buhişt diyare,
firişteyên…
Ji bo rewanê Ihsan Fetahyan evê hebestê diyarî dikim.
Ezîz Xemcivîn
Min dixwest karibim berî kindirê,
ewê gerdena pîroz, biramûsim.
Karibim bi dengekî zîz kesera keskesorê ji dil bistirînim.
Karibim nivişta pakrewanan li hustê te bigerînim.
Bila Qadî kindira rizyayî diyarî axa Kurdistana te bikira.
Bila Şêxê pîran silavek li dilê dayika te bikira.
Bila adara xemgîn hine li destên bûkên xwe…
Melevan Resûl
Ihsan *” keko hîmek bilind
Hêjî li ber çavê minî
Kohî mezin , bejna bilind
Jorî di ser erd û benî
Taqî ji xemlê tev durî
Sîqal , şemal û gewherî
Sef sef li dû hev hûn bi rêz
Emman e zindên namirî
Sêdar cihê rêzê ne ew
Qazî , Se-îd zû pêgihan
Seydo jî toxê wan hila
Kifş û diyarin bê nehan
Sêpî ji bo…
Xemginê REMO
Keçê .. kê gotî ye :
Çîya bilindin ez te nabînim ?
Çîya çendî bilind bin
Li bin çengê baz
Nizim dimînin …
Çol û beyar şax û newal
Pêk ve li bin bazikê min
Dimînin …
Û eger tu yara mine
Dvê ku ez te bibînim ….
***
Xanê… kê gotî ye :
Rêya dirêj dawî nîne ?
Gulê .. rêçê evînî yê kurtin
Û dildarê te…
Husên M. Hebeş
Emek
Derî ji pencereyê hez dikePencere jî ji kursiyêKursî jî ji masê…Dar dibêje:Spas ji xweda reEmek û cefayê minBi zarokên min re Vala neçû!
Dareke kesk û rû li ken
Darek tim kesk bû Û rûyê wê tim li ken bûXwestin ko bizanibin Çima ew tim kesk eû rûyê wê tim li ken e?Dilê…