Bûka Esmanê Nehan… Jibo Şêrîn Elimholî


Hoşeng Osê

1
Berbang dilîranad û digot:
“bûkê.. delalê.. rabe xwe karke.. zava şêrîne.. xortekî pake”…
2
Ji zindana te, ewqas hechecîk firîn, ta ku esman saw girt, ta girt û lerirzî.
3
Mîna karxezaleke serhildêr, te quloçên xwe di kezeba kujeran de rakir, di çavên şevan wan de rakir, û ber bi hêlana esmanan ve reviyayî.
Te qet ji xwe re nedigt:
Dê Ferhadê xwe û berbû ji kê re bihêlim!?.
4
Ewqas tu li ber dilê Xwedê şêrîn bûyî, ta ku şitla te ji vê axê rakir û di mêrga ferişteyan de çand.
Qey sebira Xwedê bê te ne dihat…
neviyên Ehrîmenan bera laşê te yê narîn da û Cibraîl û pêxemberan şande pêşwaziya giyanê te.
5
Çawa sebir û hedana çiyan, bê te dê bê!?.
Sebir û hedana çem û kanî, deşt, newal û hevalên te, bê te, çawa dê bê!?.
A min ji te re, bê tu ewqas dikarî dûrî evîndariya vî welatî bikevî!!.
Çavên te yên kenok, ji gewriya şeveqê ewir dişandin û digotin:
Kê ji te gotiye, hemû tiştên ji wan hezkirim, bi xwe re, ne birinim!?.
tenê, min dikarî welatê xwe, ji ber çav, dev û destên kujer, gur û dêqehpan birevînim û bi xwe re bibim esmanan.

25/5/2010

Stenbol

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Di Şemî, 18.07.2026 de, Kombûna Zanyarên Azad li bajarê Düsseldorf ê Almanyayê sêmînerek zanistî û perwerdehiyê bi rêxist. Armanca vê çalakiyê ew bû ku çanda zanînê, ramanên rexnegir û girêdana navbera zanyar û ronakbîrên Kurd were xurtkirin.

Bername bi rêvebirina Rêber Hebûn dest pê kir. Di gotina xwe ya pêşwaziyê de, wî…

Rabhan Ramadan

Ez bi dilşadî û hesreteke bêdawî li benda dîtina wî bûm.. Di pêncê Hezîrana sala 2022an de, kurê min “Cenko” (Django) ji Viyanayê hat, ku li wir li zanîngehê dîplomaya xwe dixwîne. Ew û hevala xwe ya xwendkara zanîngehê hatin, da ku em bi hezkirin pêşwaziya wî bikin û em…

Fewaz Ebdê

Di dilê bajarê kevn de, ku rojekê ji rojan bedewiya ronahiya wî di ruwê asîmên re dida der, şev her tiştî dadiqurtîne. Bajar di nava tariyê de di xew ve çûye, ronahiyin lawaz di nav re diçirisin, lê êdî têra ronîkirina kolanên wî nakin; ew kolanên ku tije qelebalix û…

EBDILBAQȊ ELȊ

Barzaniyet ne tenê navek e ku bi serokekî an demeke dîrokî ve girêdayî be, lê belê dibistaneke têkoşînê ye ku di nav salên dirêj de bi têkoşîn, fedakarî û xebata nifşên li pey hev hatiye avakirin. Bingehên vê dibistanê li ser nirxên azadî, rêz, dadperwerî, parastina mafên mirovan û berpirsiyariya…