Lehengên valahiyê


Yasîn Hisên
Amûdê

Bi azarên lehengên romanan re
Min tu jî di nixumand
Û her xwendineke nuh
Tu jibîr dibûyî…
Heta ku leheng neman
Û nivîskar mir…!

Pêre leheng jî mirin…
***  ***   ***
Hemû derewan dikin… ha
Hemû di hindurên xwe de…ne mîna me ne
Hemû sebra xwe bi me tînin…bi jiyanê tînin
Çavsoriyê li me dikin…tew xwe dikin peyamber…
Erê.. ev peyamberên rûmetî ne…
Ji civaka bê rûmet re…

***   ***   ***

Ji keça min re bûkek lastîkî kirîn.
Ji jina min a bê deng re…telîfonek kirîn.
Ji diya min re çoçikek anîn da hêstirên wê  kaniya jiyana me  av bide..
Ji xuşka min re hibriyek kevnar mîna êşa wê …peyda kirin
Ji min re:…
 xwestin min bikin mîna xwe…
Nivîsan di çavên xwe de kom bikim…
û kor bibim…
Lê li welatê min nizanîbûn bi zimanê nivîsê…!

***   ***   ***

Heta anuha jî berê xwe bi jor de vedikin…
Û kes nizane bê çi li jor heye
Jor…jor
Ez tenê pêsîrên te dibînim…ey jorahî
Ew pêsîrên ku min kedî kirin…min kerr kirin…

Tê bîra te
Dema me tu dikire qurbanî…
Me cilên miriyan li te dikir
Da tu bibî qurbaniya xwedawendan…
Erê…sê qurbanî bûn
Yek: kûçikek li şûna zilamekî.
Dido: mirîşkek li şûna jinekê.
Sisê: çengek xuê li şûna pûştekê…  

***   ***   ***

Ew şevên bahozî…
Ew buhara dirinde
Ew havîna bê ramûsan
Ew yara dûr…
Ew dengê ne xweş
Te pûç dikin…
Gotinên min bê mirês dikin…
Kî ji bilî te dizane heneka bike…
Bila bê ji dêvla min re…. bijî…

***   ***   ***

Wê kî te ji nava lepên gotinan rizgar bike…?
Wê kî lanetê li vê lebîrentê bîne…?
Ma ew lehengên valahiyê li benda çi ne…?
Aşên xwe vala hiştine…şûrên teknolociya serdemî di destê wan de ne…
Mertalên ne kevnar di himbêza wan de ne..
Li ber dergehên şor rawestyayî …
Bersiva neynikan didin…
Bersiva mirina min û te didin…da em bêtir bimrin…!

***   ***   ***

Çavên te helbestgerên yariyê ne
Di şevên dûr de…diçirisin

Çavên te xwedagerên gerdûnê ne
Di van beyarên valahiyê de…ew jî diçirisin

Çavên te…şûna jiyanê ne
Dema jiyan namin e
Û ez dimrim

***   ***   ***

Tu gelekî bi xwe dipesine
Gotinên qurre dike…şabaşa ne mêraniyê dike…û ne jinitiyê jî…

Erê…ezê gelekî bêriya te bikim…di nava ewran de
Dema em xwe bipelînin ber bi jor ve…
Û serê me li memikên yezdan keve…
Wê hingê
Tu yê şabaşeke qeşmerîyê  bikî
Ezê  jî….bigrîm…

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

EBDILBAQȊ ELȊ

berȋ 68 salan şert, rewș û kawdanên siyasî yên derdorȇ ȗ yȇn ku gelê Kurd li Sûriya wȇ serdemȇ tȇ de jiyan di kir hiștin ku hestȇ netewȋ yȇ kurdȋ li sȗriya were vejandin, hizir ȗ bȋreweriya netewȋ di hiș ȗ ramanȇ gelȇ kurd de bilind bibe, ji ber ronȋ…

Tengezar Marînî

” Darizandin” a Kafka, ku di sala 1913an de hatiye weşandin, pirr caran wekî çîrokeke komplex û xumamî tê dîtin, ku xwêner bi gelek pirsên bêbersiv û cîh ji bo şîrovekirinê dihêle. Ev vebêjî ji ber têgihîştinên xwe yên kûr ên derûnî û nîşandana çirûskane ya têkiliyên hêzê, hestên sûcdariyê û tirsa hebûnê tê…

Rêber Hebûn

Reşzeytûn

Taybetmendiya evînê wek mijareke helbestî li cem jina helbestvan heye, yek ji wan taybetiyên diyar : tenikbûna derbirînê, ev yeka me dibe li ber kûrbûna ezmûna jiyanê û rastiya pesindana helwestên wijdanî, di çarçoveya vê pirtûkê de em dibînn ku helbestvan bêhtir azad e, çengên hestên xwe dirêj…

Qado Şêrîn

 

Dema bêrya helbestê dikim, diçim kilasîkan dixwînim.

Helbet nehemû kilasîk tên xwendin, wek dema me ya aniha. Berê jî gelek helbestvan hebûn, wek aniha, lê hindik mezin bûn û man û hey man, nimûne gelek in, lê gelek jî hema ku mirin winda bûn. Aniha jî gelek xwe dikin…