Gotar

Cankurd

Peyva (Têror) ji zimanê Latînî hatiye û bi wateya Tirsandinê ye (Berê Kurdan jê re „Saw“ digotin). Thomas Hobbes di (Leviathan) de bi firehî li ser mijara Têrorê radiweste û bi kar anîna wê wekî sizayekî rêbazî (Legal punishment) ji bo parastina mirovatiyê an zagonên civakê dibîne.

Li gor biryara UNO, jimare 1566, ku 8….

Mizgîn Hesko

Belê…Di dirêjahiya dîrokê de jinên berhemdar û behremend hebûn, li gorî piraniya jêderên cuda, li piraniya welatên heyî , heman jin li rasta zulm û zorê dihatin, hest û nestên wan, xwestek û daxwazên wan ne dihatin bihîstin, wekî mirovên qatên jêrîn dihatin pejirandin.
Civaka mêran ku her tim desthilatdar bû, ew di bin kontrolê…

Dildar Şeko

“Sekvan! Belê ez benî? Dapîra te çawa ye? Dapîra min çû ber dilovaniya Xwedê ez benî..”
Piştî têkçûna Mihabad, rêya man û nemanê li ber me xuya bû. Ji bo maweyekî em vegeriyan Başûrê Welêt. Her çende li vir jî ji bo me tenahî tunebû, lê bi rengekî nihênî demeke diyar em…

Konê Reş

Di zaroktiya min de, hin caran xortên gund yên ji me mezintir bi zimanekî bi hev re xeber didan, da ku em zarokan ji wan fam nekin. Me ji wan fam nedikir. Hin caran jî dema ku du zilam li ber dîwarekî bi hev re, li dor problemeke taybet diaxifîn û zarokek ji…

Bavê Zozanê

Îro min xwendina pirtûka çîrokan a bi navê “Ramanek”ê tewaw kir, ku ew bi xwe ji 13 kurteçîrokan pêk tê. Pirtûk a nivîskarê Kurd Sêf Dawid e ku bi navê Lewend Dalînî di warê nivîsandin û pelenûsê de tê naskirin.

Pirtûk jî 105 rûpelan pêk tê ji qetên navîn, çapa yekem jî weşanxaneya Dar Alzeman,…

Konê Reş

Bajarê Amûdê..! Amûda Bavê Mihemed..! Bajarê ku di destpêka çerxê 20`an de dergehê wê ji xwîniyên serhildana Bedlîsê/1913`an, mehcirên Hesenan û Heyderan/1914`an, Ermenî û Siryaniyên fermana/1915`an, Şêx û Melayên xwînî ji serhildana Diyarbekirê/1925`an re, vekirî bû.. Amûda ku Axayên wê (Ibrahîm Axa û biraziyê wî Seîd Axa) û tev malbatên wê ve, bi…

Wergerandina Dildar Şeko

Ey xortê Kurd, ey jêvemayê Miletê ciwanmerd yê ku sîtema sedsalan ji bo xwe kiriye kozik û çeper, guhdariya min bike. Li serdema spîbûna elenda mêjûya mirovatiyê ku ji derava Hindê berew Qefqasan, ji piyakên Asyaya biçûk ku xwe dirêjî heta bi Asyaya Navîn dike, li van çiyayên bilind û li van…

Konê Reş

Di biçûkaniyê de, gelek caran min navê Xewsê Hêzanê ji neferên malbatê û xelkên gund dibihîst. Nexasim dema ku li wan teng dibû û çare ji problem û pirsgirêkên xwe re nedidîtin. Hingî berê xwe didan asman û digotin; (Ya Xewsê Hêzanê! Hawar û gaziya me li ber te ye.. Tu di hawara…

Konê Reş

Bi helkeftina ku di roja 15 Tîrmehê/ 2018an, 67 sal di ser koçkirina Mîr Celadet Bedirxan re derbas dibe, ez çîroka rojnamevaniya wî jiwe re raxînim ber çavan. Mîr Celadet Elî Bedirxan, di biçûkaniya xwe de fêrî gelek zimanên biyanî bûye û bi wan zimanan serwextî çand, ferheng û rewşenbîriya gelek miletan bûye,…

Dost û Xwendevanên ezîz! Bi helkefta ku di roja 15ê vê Tîrmehê de 67 sal di ser koçkirina Mîr Celadet Bedirxan re derbas dibe, werin em bi hev re çîroka berhevkirina wî ji Alfabeya Kurdî Latînî re nas bikin. Mîr Celadet ev çîrok di kovara Hawarê, hejmara 13`an de, sala 1932`an li Şam bi zelalî…