Avzêya nivîskar û helbestvanê hêja seyda Can Kurd di herike.

Nizar Yosif

Diyariya nivîskar û helbestvan seyda Can Kurd ji me re şandî,diyariyek hêja û bê hempa ye, guvaşa heş û cefaya lêkolîn û lêveger û westandin ên wî ye. Pirtûka Gilgamêş û Mîr ê dest zêrîn( Xan ê lep zêrîn) û Gulyar.
Wî ji xwendina kambaxiyên bi serên gelê kurd û kurdistanê de hatin, û derbasbûyîn, û hîn jî dubare dibin, ji mêrxasiyê,ber xwe danê,xiyanetê, qehremanî û dilêriyê, bê tifaqiyê, bê mefaya ji serpêhatiyên wan bûyeran,li ber çavan re, di van berhemên xwe de derbas dike.

Gilgamêş:
Bizava mamhoste Can Kurd di çîroka Gilgamêş de, weko her çîrokbêjên koçk û dîwanên kurdan , cihê sihbet û mijûlaya ,şevbuhêrk û şêvînan, weko pîrejinên ku zarok û neviyan bi be re xew ve di be, bi gotina ( çi hebû çi tine bû) dest pê dike.
Bi derbirîna hostayek wêjeyî, dadikeve nava çep û çolên destanek dîrokî, û kunc û tariyên wê de.
Me li hewêletên Someriyan ( somêra)di gerîne, bi taybet li bajar ê Urûk, di koçka padîşah Enmêkar ê bi hêz û zor, xwelêgirê mişextên cor bi cor, cihê bûyer û dubareyan.
Teracîdiya zayînê û destpêçka tifalê ji burca bilind hatî avêtin,û paşê bûyî lehing ( Gilgamêş).Pencên Baz çawa wî ji nava lepên mirinê direvîn in,û rizgar dikin. Hêza Gilgamêş xurt û bi ewl bî, di xwest welatê xwe bi tevgêrekî ava bike. Bi şîreta Urşanav, li dûv giyayê çandewariyê geriya, di çemê ava şîn de , da ku jiyana nûh û nûciwaniyê, li cîhanê bi dewimîne. Ma gelo civata Maran ew derfet danê ? Belê xwedayê bexşende merc jêre afirandin.
Gilgamêş û bajarê Urûk ji pênchezar sal ve, bûne roniya rojhilata navîn, û sermeya û milkê dîrokê.

Mîr dest Zêrîn( Xan ê lep Zêrîn)
Bê guman weke seyda Can Kurd jî di de xuya kirin û di bêje,ev romana wî ji efsaneyên di pirtûka Mîr Şeref Xan ê Bedlîsî de hatî ye(Şerefname ).Û ji destan a helbestî ya kurdî (Xan ê lep Zêrîn)ya herdu rojhilatnasan( Oyxên Brîm,û Albert Sosin) di sala 1887an de li Rosiya yê ( Pitrsborg ê) hatî weşandin,wergiortiye. Wî ji gelek jêder ên din jî ronî standiye,weko helbestvanê kevnar Feqyê Teyran( 1549-1641), û ji çavkaniya nivîskarê kurd ê Sovyêtê yê bi nav û deng Ereb ê Şemo(1897-1978) romana wî ( Keleha Dimdim) jî peyalek mey vexwariye.
Xan ê lep Zêrîn û keleha xwe Kelha Dimdim ê bûne du roniyên geş, û du meyxaneyên mey xweş, ji gelek nivîskar û helbestvan û lêgervan û hunermendên wêjeya gelêrî re. Mijarên zindî ne di mêjûya kurdî de, kelbûnê didin netew perweriyê.  
Bûyerên wê ji ber xwe danê,û xiyanetê, û gorîdanê, û pêdiviya hevgirtinê, di hemî deman de di bin, û bi serên kurdan de tên. Mîr ê dest Zêrîn nimûne yê hezkirinê ye ji ax û sirûşt û gelê xwe re, dildar û fedekar û mêrxase di ber wan de.Şiya ye têkeve nava hest û hiş û dil ên hemî kesên pê bihîstîn de.
Belê roman dewlemende, bi pûnijandin û xeyalên nivîskarê xwe bi hostayî hatiye derbirîn.
Seyda Can Kurd li gorî xwe û jêderan, bizav û pêkolînên lehingên romanê vehonandine, di meydanên rûdanan de gerandine.   

Pirtûk a Gulyar li ser efsaneya kurdiye ( Sê gul û sê bira ye).
Hêjayî gotinê ye ev hersê pirtûk bi alîkariya hezkiryê ziman û çanda kurdî Dr. Beşar Mustefa hatine çapkirin,Spasdarin Dr.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

EBDILBAQȊ ELȊ

berȋ 68 salan şert, rewș û kawdanên siyasî yên derdorȇ ȗ yȇn ku gelê Kurd li Sûriya wȇ serdemȇ tȇ de jiyan di kir hiștin ku hestȇ netewȋ yȇ kurdȋ li sȗriya were vejandin, hizir ȗ bȋreweriya netewȋ di hiș ȗ ramanȇ gelȇ kurd de bilind bibe, ji ber ronȋ…

Tengezar Marînî

” Darizandin” a Kafka, ku di sala 1913an de hatiye weşandin, pirr caran wekî çîrokeke komplex û xumamî tê dîtin, ku xwêner bi gelek pirsên bêbersiv û cîh ji bo şîrovekirinê dihêle. Ev vebêjî ji ber têgihîştinên xwe yên kûr ên derûnî û nîşandana çirûskane ya têkiliyên hêzê, hestên sûcdariyê û tirsa hebûnê tê…

Rêber Hebûn

Reşzeytûn

Taybetmendiya evînê wek mijareke helbestî li cem jina helbestvan heye, yek ji wan taybetiyên diyar : tenikbûna derbirînê, ev yeka me dibe li ber kûrbûna ezmûna jiyanê û rastiya pesindana helwestên wijdanî, di çarçoveya vê pirtûkê de em dibînn ku helbestvan bêhtir azad e, çengên hestên xwe dirêj…

Qado Şêrîn

 

Dema bêrya helbestê dikim, diçim kilasîkan dixwînim.

Helbet nehemû kilasîk tên xwendin, wek dema me ya aniha. Berê jî gelek helbestvan hebûn, wek aniha, lê hindik mezin bûn û man û hey man, nimûne gelek in, lê gelek jî hema ku mirin winda bûn. Aniha jî gelek xwe dikin…