Herêma Ewle û pêwîstiya bereyek niştimanî

Idrîs Hiso

Rojhilatê Feratê bigiştî û Rojavayê Kurdistanê bi taybetî di qonaxek hestiyar de ye, û bi nêzîkbûna bidawîbûna serê li dijî DAIŞê li Sûriyê û avêtina gavan ber bi dariştina destûrekî nû bo Sûriyê û çareseriya siyasî li wî welatî hîna jî rewşa gelê kurd û pêkhateyên kurdistanî di metirsiyê de.
Tevger û civata kurdî ne li gorî rewşê û pêşbîniyên ku tên kirin ne.
Bi germî behsa durustkirina herêmek ewle li Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê tê kirin, diyare Tirkiyê û Amerîka li ser vê yekî lihev kirine lê li gorî daxuyaniyên herdu aliyan diyare rêkeftina herdu aliyan bi tenê li ser durustkirina vê herêmê ye, lê rêkeftin li ser hurgiliyan nebûye.

Ji aliyekî din ve jî Rûsiya pilana xwe ya taybet bi Rojhilatê Feratê heye ku dixwaze artêşa rêjîma Esed deverê bigre û ew dever jî mîna deverên din têkeve bin deselata “Dewleta Sûriyê” wek ew dibîne û dibîne ku pêwîst e hemû hêzên biyanî ku ne bi destûra rêjîma esed derbasî nav xaka Sûriyê bûne vekşin.
Bi her halî bêhtir ji sînaroyekî heye ku wê herêma ewle li gorî wê were birêvebirin, lê pirs ew e wê çarenivîsa kurdan û pêkhateyên herêmê, ji Siryan, Aşûrî, Ermen û pêkhateyên din ci be?
Bê goman çarenivîsa pêkhateyên herêm bi çarenivîsa gelê kurd ve girêdayî ye, ango mirov dikare bêje çarenivîsa kurdan û pêkhateyên resen li Rojavayê Kurdistanê û Rojhilatê Feratê pêkve girêdayî ye.
Aya li pêşiya her sînaryoyekê çi ji pêkhateyên herêmê tê xwestin?
Bê goman pirsgirêka kurd kêm zêd e bûye pirsgirêkek navdewletî û bêyî çareseriya pirsgirêka kurd helbet ti gerentî ji pêkhateyên din re jî nîne, lewma divê kurd berî her tiştî yekrêziya xwe pêkbînin û piştre jî li gel pêkhateyên resen ên herêmê bereyek niştimanî pêkbînin bi helwêsteke hevgirtî û yekrêzî berê xwe bidin zilhêzên cîhanê da ku karibin paşerojek aram peyda bikin.
Ji bo vê yekê ji tevgera kurdî berî aliyên din têxwestin ku pêngavên cidî û li ser bingeha parastina berjewendiyên stratîjîk werin avêtin da bi rastî karibin bibin hêzek li deverê beramberî hêzên dagîrker mîna Tirkiyê û Rêjîma Esed û paşeroja xwe biparêzin.
Hewlêr 18.01.2019

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Rabhan Ramadan

Ez bi dilşadî û hesreteke bêdawî li benda dîtina wî bûm.. Di pêncê Hezîrana sala 2022an de, kurê min “Cenko” (Django) ji Viyanayê hat, ku li wir li zanîngehê dîplomaya xwe dixwîne. Ew û hevala xwe ya xwendkara zanîngehê hatin, da ku em bi hezkirin pêşwaziya wî bikin û em…

Fewaz Ebdê

Di dilê bajarê kevn de, ku rojekê ji rojan bedewiya ronahiya wî di ruwê asîmên re dida der, şev her tiştî dadiqurtîne. Bajar di nava tariyê de di xew ve çûye, ronahiyin lawaz di nav re diçirisin, lê êdî têra ronîkirina kolanên wî nakin; ew kolanên ku tije qelebalix û…

EBDILBAQȊ ELȊ

Barzaniyet ne tenê navek e ku bi serokekî an demeke dîrokî ve girêdayî be, lê belê dibistaneke têkoşînê ye ku di nav salên dirêj de bi têkoşîn, fedakarî û xebata nifşên li pey hev hatiye avakirin. Bingehên vê dibistanê li ser nirxên azadî, rêz, dadperwerî, parastina mafên mirovan û berpirsiyariya…

Dr. Mahmoud Abbas

Ji Şoreşa Klasîk Ber Bi Pevçûnên Serdema Algorîtmî Ve

Gelê Kurd îro ne hewce ye ku dadperweriya doza xwe ji nû ve bipîve, ne jî hewce ye ku ji mafê xwe yê neteweyî, an ji xewna xwe ya dîrokî ya Kurdistaneke yekgirtî û azad paşve vegere. Ewê ku…