Bavê Zozanê
1933.12.meha mijdarê
zayîna Mam Celal e. Serokomarê berê yê Iraqê û Sekreterê Giştî yê
“YNK”Navê wî yê rast : Celal Husamedîn Nûrelah Nûrî Talabanî. Li
gundê Kelkan ku dikeve raserî çiyayê Kewsert ê , nêzî gola Dokan ê, li
parêzgeha Silêmaniyê.
1947 an de bi temenê 14 salî Mam Celal tevlî Partî Dîmoqratî kuridistan bû bi
seroktiya Mela Mistafa Barzanî.
1951…
Konê Reş
Bi min xweş e ku em îro bi hev û din re 24
saliya koçkirina Apo Osman Sebrî bibîr bînin. Di rojek mîna (11.10.2017)de,
berî 24 salan apo Osman Sebrî ji nav me barkiriye.. Ew di sala 1905an de li
Kurdistana bakur çêbûye û di sala 1993an li Şamê çûye ber dilovaniya Xwedê û li
gundê Berkevirê,…
Bawer Dilzar
Gava
meriv vê romanê dixwîne û rastiya berxwedana Kobanî zanibe, meriv ji mezinbûna
kîn û zikreşî û bêbextiya nivîskarê vê romanê ya li hember wan hêzên berxwedêr şaş
dimîne. Ewqase jî dijware meriv bawer bike ku xwediyê van gotinan, vê kînê, vî
awayê berevajîkirina rastiyan kurd be û ji Kobanî be. Kêm nivîskar hene ku
dikarin dîtin û bîrûbaweriyên…
Konê
Reş
Ezbenî! Kes nikare çavên teyrê Baz girêde..!
Kes nikare ronahiya di çavên wî de bitemirîne.. Qet û qet basko nabe.. Her û
her azadî armanca wî ye.. Serxwebûn hêviya wî ye.. Çiyayên bilind mala wî ye..
Daxwaza wî ku, ewrên bi baranê avis di ser welatiyên wî re bibarin.. Xak û niştimaniya
welatiyên wî talan nebe..
Ezbenî! Ewên…
Dr.
Ehmed Xelîl
Werger:
Heyder Omer
Dorpêçkirina Bedlîsê û amadekariyên mîr Evdal
Xan
Berê jî derbas bû, ku şalyarê osmanî qeral
Ehmed Paşa, hîna li Wanê bû, dest pêkir, ku sedemên hêrişkirina Bedlîsê
bafirîne, û hinek Axa û Begên Kurd tev wî bûn, Şêxên misilman ên Kurd jî
fetweyek derxistin, ku Evdal Xan bê sinc û Xwedanenas e, û malbata wî dijminê
dewleta Osmanî ye,…
Bavê
Zozanê
Me tevan referandum nemaze van her
deh rojên dawî şopand. Hinekan bi tirs, hinekan bilez, hinekan bi xweşî û
hinekan jî bi reşî. Medyaya cîhanî hemû, gav bi gav, xulek û saet, rojname,
radyo, televizyon roj û şevê referandum kirin karê xwe yê yekemîn û sereke.
Rast û derew, piçûk û mezin, ser û bin tevli hev dikirin.
Ev bahoz…
Cankurd
Roja 19ê Çêriya pêşîn, xanima
niştperwer û xebatkar, Keça Kurd, ji min re 2 pirtûk ji berhemên xwe, wekî
diyarî hinartin. Yek ji wan di bin vî sernavî de hatiye lêkirin (Vekolînek
di naveroka pirtûka mamoste Cemal Nebez de) û yek jî (Ferhenga Êtmolojiya Kurdî). Ji min re evana wekî
qefteke gulên beharê, ji gundê min, di dilê min…
Dr.
Ehmed Xelîl
werger: Heyder Omer
Pilana tolhildanê dij mîr Evdal Xan
Bedlîsî
Dema şalyarê Osmanî Ehmed Paşa sala (1655z) çû
seredana bajarê Bedlîsê, xwe dostê mîr Evdal Xan da xuyakirin, armanca rastî ya
seredanê ew bû, ku kesayetiya Evdal Xan û rewşa mîrnişînê, ji her warên
erdnîgarî, demografî, leşkerî, abûrî û rewşenbîrî ve binase, da tembiya sultan
Mûradê Ҫarem bîne cih, û…
Ebdela gedo
.. şoreşa sûryê ku di
çarçewa buhara erebî de dest pêkir, di sala 2011de , bi awyekî aştyane, gelêrî,
ji berxweve, dûrî ti bandoran ji aliyên siyasî ve. Ti piştgiriya ragihandinî
jêre tinebû, li ser asta navnetwî, di destpêkê de gotin hê mîna lîbya qurbanî
nehatine danîn û çekên giran bi kar nehatine li dijî sivîlan, piştî ku…
Merwan berekat
Wekî ku çawa ji mafê her miletekî ye
azad û xwedî dewlet be, herweha û li gor zagonên navdewletî mafekî rewa ye, ku
gelê Kurd jî xwedî dewlet û Kurdistaneke serbixwe be. Di dîroka xwe ya nûjen de
Kurdan bi dehan serhildan û şoreş ji bo azadiya gel û welatê xwe rakirin û bi
sedhezaran jî qurbanî û…