Bedirxanî û Rojnameya Stêr

 Konê Reş

 

  Bi helkeftina ku di Nîsana 2019`an de, (121)
sal di ser derçûna rojnameya (KURDISTAN) a dayik re derbas dibe, bi min xweş e
ku di van çend rojên hatî de, her roj kovarekê an rojnameyekê ji yên ku kur û
neviyên Mîr BEDIRXAN di sirgûnê de weşandine ji we
re raxînim ber çavan.

Rola Bedirxaniyan:

  Ez nebawer im ku ti malbatan wek malbata Mîrê
Cizîra Botan, Mîr Bedirxanê Azîzî: (1802 – 1868), ji dil û can kar, xebat û
bizav di ber gelê kurd de kiribin û tev malê xwe û canê xwe di ber de winda
kiribin.

Mîr Bedirxanê ku di sala 1843`an de, di herêma
Botan de mîrnişiyek ava kir, pere bi navê xwe deranîn û di bin navê (Peymana
Pîroz
) de, kurd li dor xwe civandin û belav kir û got: “Dîn dinê
Xwedê ye, em tev birayên hev in..
” Û biyaniyan di pesnê wî de gotin: “Bedirxan
Edalet e û edalet Bedirxan e
“.

  Tevî ku
neferên vê malbatê ji sala 1847`an ve di koçberî û sirguniyê de dijiyan, lê wan
qet zimanê welatê xwe Kurdistan, warê bav û kalên xwe, jibîr nekirin, ji desthilanîn
neketin, li ber xwe dan û gelek xebat û bizav kirin, da ku navê gelê xwe di nav
gelên cîhanê de bilind bikin.. Û wiha neferên vê malbatê di sirguniyê de, di
bin şert û mercên çetîn û dijwar de, xwe berpirsyarê gelê xwe dîtin û kêşeya
gelê kurd barê xwe yê yekemîn nasîn.. Bi gotin û kirinê xebitîn; çi di warê
civakî û rewşenbîriyê de û çi di warê siyasî de.. Û tev di sirguniyê de, dûrî
xaka Kurdistanê û Cizîra Botan mirin û her daxwaza wan pêşxistina gelê kurd û
bilindkirina navê Kurdistanê bû.. 

 Wan
Bedirxaniyan gelek komele û dibistan damezirandin, gelek kovar û rojname
weşandin, hem jî bi saya wan gelek navend û enstîtu ji gelê kurd re hatin avakirin. Yek ji wan
rojnameya STÊR e:

Rojnameya Stêr:  Rojnameyeke
xurû bi Kurdiya latînî bû, wek zêdeya Roja Nû bû; cihê weşandinê li
Beyrûtê bû; 3`ê hejmar ji vê rojnameyê hatine çap û belavkirin. Hejmara pêşî
(1) di meha çileyê berê de 1943`an, hejmara 2`an di meha sibata 1944`an de,
hejmara 3`an û dawî di 22`ê çêriya berê de sala 1945`an, anku her salekê
hejmarek hatîye çap û belavkirin; dibêjin ku ev rojname wek zêdeya rojnameya
(Roja Nû) bû. Xwedî û berpirsyarê wê Mîr Dr. Kamîran Bedirxan bû.

Konê Reş, Qamişlo

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Şîlan Doskî

 

Ji bo nasnameya herêmekê belgedanka Riweknasî

Di herdu pirtûkên xwe yên Kurdica – Beşa 1 û 2 de, min bi giştî 167 cureyên riwekan ku bi navê zanistî yê “kurdica” tomar bûne anku paşnavê kurdica lê hatine kirin û bi navê Kurdistanê tomar bûne, dane hev. Lê karê min…

EBDILBAQȊ ELȊ

Polȋtȋk karekî pîşeyî ye, û pêdivî ye ku kar ȗ xebata sîyasî standardên pîşeyî yên polȋtȋkî bipejirîne, ȗ xwe bi sipȇre pîvanên pirofesiyonelîzma siyasî, ku li gor civaknasȇ siyasȋ yȇ Elman MAKIS VȊBER”Max Weber” pȇwȋstȋ bi van her sê taybetmendiyên girîng heye : azwerî, hesta bi berpirsiyariyê, û…

Fewaz Ebdê

Di êvareke bi bêhna axa bi neynûkan kolayî de

Min dengê henasên çiyayan bihîst

qerqerin zelalî ji mijê li xwe kiribûn û

bi dengekî bizorderketî “Ey Reqîb” digotin.

Te yê bigota ji devê gorê gazî zarokên xwe…

Konê Reş

Pêşangeha Navnetewî ya Pirtûkan li Hewlêrê/ 17, ku ji roja 9ê Nîsana 2025, destpê kiriye û ta roja 19ê berdewam e. Ev pêşangeha di bin durişma “Cîhan Bi Kurdî Xeber Dide” hatiye lidar ketin. Sebaretî min, pêwîst bû ku ez di roja 13 vê Nîsanê de,…